Cenazeyê 3 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Li bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG′ê Dîlor Qamişlo û li Serêkaniyê jî cenazeyê 2 şehîdên Rêxistina RAMCO bi merasîmekê hatin veşartin. Her wiha nasnameya Şehîd Şîlan jî hate eşkerekirin.
Li bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG′ê Dîlor Qamişlo û li Serêkaniyê jî cenazeyê 2 şehîdên Rêxistina RAMCO bi merasîmekê hatin veşartin. Her wiha nasnameya Şehîd Şîlan jî hate eşkerekirin.
QAMIŞLO
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo kom bûn, cenazeyê şervanê YPG′ê îbrahîm Eyûb (Dîlor Qamişlo) ê ku 22′yê Cotmehê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser Hena Hena axivî, sersaxî ji malbatên hemû şehîdên azadiyê re xwest û wiha got: “Şehadet rêya azadiyê û berxwedana li hember koletiyê ye. Van şehîdan li ser bingeha felsefeya Rêbertiyê gelek serkeftin bi dest xistin. Ez tecrîda li ser Ocalan şermezar dikim û banga li qada navneteweyî dikim ku ji bo agahiyek ji wî bê girtin bikevin nava tevgerê.”
Hevjîna şehîd Dîlor jî axivî, soza şopandina rêya hevjînê xwe da û anî ziman ku ew ê tola wî hilde.
Piştre jî xwîşka şehîd Şîlan a ku di nava refên YPJ′ê de cih digire, di kesayeta şehîd Şîlan de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û wiha got: ″Ez soza şopandina rêya şehîdan didim. Banga min ji hemû gelên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan re heye ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û çalakiyên ku ji bo azadiya Ocalan bidomînin″.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Dîlor hat xwendin. Her wiha nasnameya gerîlaya HPG′ê şehîd Nejbîr Hiso (Şîlan Qamişlo)a ku 22′yê Cotmehê li herêma Şemzînanê ya Bakurê Kurdistanê di şerê bi artêşa Tirk re şehîd bûye, ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat eşkerekirin. Nasnameyên cangoriyan radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîd li goristanê hate veşartin.
SERÊKANIYÊ
Bi sedan welatiyan bajarê Serêkaniyê cenazeyên Endamên rêxistina (RAMCO) Hisên Kur û Mihemed Sîno yên ku 24’ê Cotmehê di operasyona paqijkirina bajarê Reqayê ji mayînan de şehîd bûn, ji nexweşxaneya Serêkaniyê wergirtin û ber goristana bajêr ve ketin rê. Girseya gel dirûşmeyên ”Şehîd namirin” qîr kirin.
Merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra Qido axivî, sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan da.
Endamê rêxistina RAMCO Mistafa Îsmaîl jî axivî, soza şopandina rêya şehîdan da û wiha got: ″Em bejna xwe li hember şehîdên ku canê xwe fedayî axa xwe kirine û malbatên wan, ditewînin″.
Piştî axaftinan, nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve hatin veşartin.