4 şehîdên Reqayê hatin veşartin

Cenazeyên 4 şervanên li Reqayê şehîd bûn, li gundê Hikûmî yê Eyn Îsayê hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê cenazeyên şervanên QSD'ê Ehmed Xidir (Ehmed Reqa), Mûtez El-Hisên ( Ezûz El-Temhî), Mihemed El-Hemed (Muhemed El-Kirde) û şervanê YPG‘ê Hemeze Seyah (Şiyar Reqa) yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, ji nexweşxaneya Kantona Girê Spî wergirtin û bi karwanekî ji wesayitan birin gundê Hikûmî yê Eyn Îsa.

Li şehîdgeha gund, şervanên QSD'ê bi merasîmeke leşkerî pêşwazî li şehîdan kirin. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Xalid Semîr peyivî. Semîr bal kişand ser keda şehîdan a di rizgarkirina herêmê de û soz da ku wê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin.

Dûre belgeyên şehadetê yên şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan li ber dirûşm û tilîliyan hatin veşartin.