Li Dêra Zorê rejîm û DAIŞ êrîşî çeperên QSD'ê dikin
Li herêma Muhatta Cafer a Dêra Zorê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Rejîm jî bi tankan li Muhatta Cafer dixe.
Li herêma Muhatta Cafer a Dêra Zorê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Rejîm jî bi tankan li Muhatta Cafer dixe.
Çeteyên DAIŞ'ê ji duh êvarê saet 17:30 û vir ve 3 car in êrîşî çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li herêma Muhatta Cafer ê li Dêra Zorê dikin. Rejîm jî bi tankan li heman çeperên QSD'ê dixe.
Li Muhatta Caferê, ku piştî êrîşa duh a çeteyan hate şikandin çeteyên DAIŞ'ê îro dîsa êrîş kirin, şerekî dijwar di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime.
Hêzên rejîmê jî beriya bi kêliyekê tevlî vê êrîşê bû. Di van kêliyan de rejîm bi tankan li çeperên QSD'ê yên li Muhatta Cafer dixin.
Muhatta Cefar bi 28 kîlometreyan li bakurê rojhilat ê Dêra Zor e.