Li Reqayê dem dema avakirinê ye

Ji Fermandarên Giştî yên YPG'ê Newroz Ehmed diyar kir, ku wan gefa li Reqayê ya li tevahiya cîhanê dihate xwarin tine kirine û got, divê cîhan hemû tevlî karê ji nû ve avakirina bajêr bibe.

Yek ji Fermandarên Giştî yên YPG'ê Newroz Ehmed, di hemû pêngavên dijî DAIŞ'ê de cihê xwe di nava koordîneya giştî de girt. Newroz Ehmed ku di koordîneya giştî ya 'Cenga Mezin' a rizgarkirina DAIŞ'ê de jî cih girt, niha Pêngava Bagera Cizîrê koordîne dike. Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed ji me re qala pêngava Reqayê û rewşa niha ya bajêr kir.

Ehmed destnîşan kir, pêngava Reqayê bû cihê ku hemû gelên Sûriyeyê lê kom bûn û got, "Di nava hêzên me yên pêngavê de şervanên ji hemû gelên Sûriyeyê hebûn. Hêzên Meclîsa Reqayê jî pêşeng bûn. Wekî din hêzên me yên ji Şehbayê, hêzên YPG, YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê cihê xwe di nava pêngavê de girtin. Bi rastî jî îradeyeke mezin a azadiyê bû.

Newroz Ehmed diyar kir, ku piştgiriya hêzên koalîsyonê li gorî pêngavên din zêdetir bû û got, ji xwe dema pêngavê dest pê kir, bi koalîsyonê re li ser hemû mijaran nîqaş hatibû kirin û li hev hatibû kirin.

CARA YEKEMÎN E JIN DI VÊ ASTÊ DE TEVLÎ ŞER DIBIN Û ŞER BI RÊ VE DIBIN

Fermandar Newroz Ehmed anî ziman, ku gelek hevalên wan ên jin cihê xwe di pratîka Reqayê de girtin û wiha dewam kir: "YPJ bi hêrs û kîneke gleekî mezin, bi rê û rêbazên gelekî dewlemend ên taktîkî tevlî pêngavê bû. Hêza me ya jinê bi daxwazeke mezin tevlî pêngavê bû. Reqa cihekî ku jin lê hate qirkirin, koledarî gelekî bi qirêjî û dijwarî li jinan dihate ferzkirin û sîstema dijminatiya li jinan lê hatibû bicihkirin."

Ehmed da zanîn ku şervanên jin di pêngavê de, ji sûîqest, dabotaj, bikaranîna çekên giran, fermandarî û heta ajotina wesayitên zirxî, li her qadê bi wezîfeyê rabûn û got, "Em dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin; Li herêma me, ya jî li gelemperiya cîhanê cara yekemîn e ku jin di asteke ewqasî xurt de beşdarî şer bû, şer bi rê ve bir û taktîkên şer afirand."

BAJAR JI MAYINÊN DAIŞ'Ê TÊ PAQIJKIRIN

Ji bo pirsa, "Gelo Reqa êdî ewle ye?" Fermandar Newroz Ehmed ev bersiv da:

"Qonaxa herî zehmet, tinekirina DAIŞ'ê ji herêmê û rizgarkirina bajêr bû. Ev yek bi şerekî giran û dayina berdêlên meizn bi ser hate xistin. Ji ber ku şerekî giran qewimî, xisareke mezin li bajêr bû. Gelê Reqayê neçar ma cih û warê xwe biterikîne. Ji nû ve avakirina bajêr karekî zehmet e. Ev zehmetî ne tenê ji ber xisara lê bûye, di heman demê de bi hezaran mayin hene. Beşek ji mayinan hatin rakirin, lê DAIŞ'ê bi rengekî ku qet nekeve bîra mirovan, mayin li nava bajêr bi cih kiriye. Li bajêr her roj mayin diteqin, mirov jiyana xwe ji dest didin.

Ji bo bajar heta wextekê bi temamî ji mayinan bê paqijkirin, pêwîstî bi alîkariya saziyên navneteweyî yên pêwendîdar heye. Ji ber vê yekê, divê em bajêr kontrol bikin û pêşî li mirina sivîlan bigirin.

Bêguman divê me hucreyên razayî yên DAIŞ'ê ji nedîtî ve neyên. Lewma girîng e heta demekê em gelekî bi hesasî tevbigerin û herêmê kontrol bikin. Em nikarin vê bêjim, 'Me bajar rizgar kir, êdî her tişt qediya, bajar ewle ye'. Heta demekê divê tedbîrên parastinê bi xurtî li bajêr bigirin."

'ME WELATÊN CÎHANÊ JI XETERIYÊ RIZGAR KIR, EM HÊVÎDAR IN EW Ê JÎ JI BO AVAKIRINÊ BIBIN ALÎKAR'

Fermandar Newroz Ehmed destnîşan kir, ku ji bo ji nû ve avakirina Reqayê pêwîstî hem bi pere hem jî bi malzemeyan heye û got, "Em bawerin ku divê hêzên navneteweyî û saziyên alîkariyê piştgiriyê bidin. Ji ber ku Reqa ji bo tevahiya cîhanê girîng bû. Çawa ku heta niha di serî de koalîsyon, piştgirî ji pêngavê re hate dayin, ji bo ji nû ve avakirina bajêr jî divê piştgirî bê dayin. Bi sedan cîhadîst ji welatên cuda yên cîhanê li Reqayê bi cih bûbûn. Bi pêşengiya hêzên me ev xeterî ji holê hate rakirin. Ya rast, me hemû welatên cîhanê ji vê xeteriyê rizgar kirin. Ji ber vê yekê me hêvîdar in ku cîhan tev, ji bo ji nû ve avakirina Reqayê wê bibe alîkar."

BAJAR HÊDÎ HÊDÎ RADESTÎ MECLÎSA SIVÎL A REQAYÊ TÊ KIRIN

Têkildarî paşeroja Reqayê jî fermandar Ehmed got, "Me beşek ji hêzên xwe ji Reqayê vekişand, lê ji bo tedbîên ewlekariyê yên bajêr bi xurtî werin girtin, beşek ji hêzên me li wir e. Lê belê em hêdî hêdî Reqayê radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê dikin."

Ehmed diyar kir ku Meclîsa Sivîl a Reqayê li gorî nifûsa Reqayê ji nûnerên gelên Reqayê pêk tê û nûnerên hemû eşîrên Reqayê yên zilma DAIŞ'ê dîtin, cihê xwe di nav de digirin.

Newroz Ehmed destnîşan kir, Meclîsa Sivîl a Reqayê wê gelê Reqayê ji bo vegera li cih û warên xwe bi rêxistin bike û got, weke hêzên QSD'ê alîkariyeke çawa pêwîst be ew amade ne bikin.