Cenazeyê 2 şehîdan bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê Adil Bawer û Mihemed Elî Ehmed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq a gundê Metînayê veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrinê cenazeyê Mihemd Horêk Seydo (Adil Bawer) ku 12’ê Cotmehê li Bakurê Kurdistanê şehîd bibû û Mihemed Elî Ehmed (Hecî) ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Avirin wergiritn û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqîqeyek rêzgirtin ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê hate lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantonê Sureya Hebeş axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û berxwedana şervanên YPG/YPJ′ê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de silav kir.

Her wiha Hevserokê Desteya Têkîliyên Derve Silêman Cefer jî axivî, sersaxî ji malbatên herdu cangoriyan re xwest û diyar kirin ku têkoşerên azadiyê ji bo rizgarkirina welat canê xwe feda kirin.

Di dawiya marasîmê de nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wa bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ li goristanê hatin veşartin.