Gelê Hesekê cenazeyên şehîdên xwe spartin axê

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 6 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. Nasnameya şervanekî YPG′ê jî hat eşkerekirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên YPG′ê Ebdulezîz Ehmed (Xalo Zinar), Mihdî Ismaîl Mele (Cîhad Hesekê), Basil Ebdulrehman (Ebû Esmer), Hemîd Hesen (Zagros Hesekê û Eymen Salih (Agirî Xoşnav) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinaleşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kirin ku bi saya fedekariya van şehîdan welat ji terorê paqij dibe.

Fermandarê YPG′ê Şiyar Delîl jî desnîşan kir ku bi têkoşîn û berxwedana şehîdan, neteweya demokratîk ku Rêbertî banga wê dike pêk tê. Şiyar soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin. Her wiha nasnameya şervanê YPG′ê Muhened Salih (Amed) jî hat eşkerekirin. Nasname radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan li goristanê di nava tîlîliyên dayikan û dirûşman de hatin veşartin.