Bîlançoya dagirkeriyê ya li gundên Serêkaniyê

Artêşa Tirk û çeteyên wê tevahiya rojê êrîşî gundên Serêkaniyê kir, şervanên QSD’ê jî di çarçoveya xweparastinê de bersiv da. Li herêmê derbên xurt li dagirkeran hate xistin.

Artêşa Tirk û dagirkeriya wê binpêkirina agirbesta hatî ragihandin dewam dike. şervanên QSD’ê jî di çarçoveya xweparastinê de bersiv da. Li herêmê derbên xurt li dagirkeran hate xistin.

Bîlançoya êrîşên tevahî rojê wiha ye:

-Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet derdorî 13:30‘an êrişî gundê Derdara yê girêdayî bajarokê Zirganê kirin. Şervanên QSD‘ê bi bersiva êrişan dan û êrîş şikandin. Di bersivdayînê de hejmarek dagirker hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

*Li eniya gundê Bîr Nûh ê Serêkaniyê panzêreke çeteyên hewl dan êrişî şervanê QSD’ê bikin lê panzêr ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate teqandin.

*Li gundê Esediyê jî wesayîteke çeteyan a ku doçka li ser bû dema ku hewlda êrîşî şervanên QSD‘ê bike hate teqandin.

*Li aliyekî din li heman eniyê komeke çeteyan ku ji 10 kesan pêk dihat êriş kirin. Şervanan bersiva dan êrîşê û li vir jî gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

*Li gundê Menacîr jî şervanên QSD‘ê bi hawanan êrîşa çeteyan şikandin. Li vir jî hejmarek çete hatin kuştin û birîndar kirin.