BI DÎMEN

Bi wesîleya cejna Remezanê şehîd hatin bibîranîn

Bi boneya cejna Remezanê gelê Kantona Firatê li ser gorên şehîdan find vêxistin.

Gelê Kantona Firatê û Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya cejna Remezanê, li pakrewangeha şehîd Dicle ya li başûrê bajarê Kobanê şehîdan bi vêxistina findan bibîranîn.

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya şeva Remezanê, şehîd li ser gorên xwe tên bibîranîn. Li goristana şehîd Dicle jî şehîd bi vêxistina findan hatin bibîranîn û soza şopandina riya wan hat dayîn.

Di dawiya merasima bîranînê de mûm li ser gorên şehîdên azadiyê hatin vêxistin.