146 endamên QSD'ê û 97 leşkerên desthilata Şamê hatin berdan

Di çarçoveya peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê hatibû îmzekirin de, 146 girtiyên endamên QSD’ê û 97 leşkerên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.

Di navbera Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û desthilata Şamê de peyamaneke ji 14 xalan pêk tê, roja 1’ê Nîsanê hatibû îmzekirin. Di çarçoveya peymana ku ji bo xurtkirina jiyana hevbeş, parastina şêniyan, qedexeya diyardeyên çekdarî û birêxistinkirina ewlehiya hundirîn hatiye îmzekirin de îro gava yekem hat avêtin.  Li gorî xalên peymanê îro ji bo 146 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û 97 endamên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.

Pevguhertina dîlgirtiyan li Çerxerêya Şîhan a li aliyê taxa Eşrefiyê pêk hat.

Di merasîma serbestberdanê ku xizmên dîlgirtiyan jî amade bûn û banga rawestandina destwerdanên derve hat kirin.

Li gorî rayedarên Meclisa Giştî ya her du taxan, wê di çend rojên pêş de beşa duyemîn a serberstberdana dîlgirtiyan pêk were.