Li Efrînê di nava mehekî de 11 kes hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li Efrînê ku ji 2018’an ve di dagirkeriya dewleta û çeteyên wî de ye, herî kêm 11 kes hatine revandin û 6 kes hatin êşkencekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya meha Adarê ya sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê eşkere kir.

Li gorî raporê;

11 kes hatin revandin. 20 revandî jî ji girtîgeha Raiyê reviyan.

Kesek di encama teqîna bermahiyên şer de hat kuştin.

Êşkence li 6 kesan hat kirin, hin ji wan ji ber pîrozkirina cejna Newrozê êşkence li wan hat kirin.

Zêdetirî 300 darên zeytûnan hatin birîn. Her wiha zêdetirî 3 hezar û 100 darên daristanî li daristanên Çiyayê Qaziqlî, Hec Hesenlî û Qitmê hatin birîn.

Her wiha xerac li ser milkên koçberan hatin ferzkirin û gelek kel û pelên şêniyan ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn.