Li ser statuya taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê peyman hat îmzekirin
Di navbera Meclisa Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê ya Helebê û rêveberiya demkî ya Şamê de peymana ji 14 madeyan pêk tê hat îmzekirin.
Di navbera Meclisa Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê ya Helebê û rêveberiya demkî ya Şamê de peymana ji 14 madeyan pêk tê hat îmzekirin.
Meclisa Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û rêveberiya demkî ya Şamê li ser statuya taxan peyman îmze kirin.
Peymana ku hat îmzekirin encamek peymana ku li Şamê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rêveberiya demkî ya Şamê de hatibû îmzekirin e.
Xalên peymanê yên hatin îmzekirin wiha ne:
“* Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, ji taxên bajarê Helebê ne û di aliyê îdarî de girêdayî bajarê Helebê ne. Parastin û rêzigirtina ji taybetmendiya civakî û çandî ya şêniyên herdu taxan ji bo xurtkirina jiyana hevbeş a aştiyane, mijareke girîng e.
* Ev lihevkirina demkî dê heta lihevkirineke domdar a ji aliyê komîteyên hevbeş ve, di pratîkê de be.
* Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in.
* Ji bo ewlehî û aramiya şêniyên herdu taxan, çek di nav taxan de tên qedexekirin û tenê di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.
* Heta ku rewşa herdu taxan aram bibe, ax ji ser rêyên giştî tê rakirin û rêbendên kontrolê yên sereke di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.
* Hêzên leşkerî bi çekên xwe ji herdu taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve vedikişin.
* Li taxa Eşrefiyê û li taxa Şêxmeqsûd 2 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên vekirin.
* Tevgera çûnûhatinê ya şêniyên herdu taxan bi serbestî ye. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin.
* Ji bo hêsankirina tevgera çûnûhatinê di navbera bajarê Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, komîteyeke koordînasyonê tê avakirin.
* Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê komîte di herdu taxan de tên avakirin.
* Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê xizmetê bidin saziyên sivîl.
* Girtiyên herdu aliyan tên berdan û hemû dîlên ku piştî rizgarkirinê hatine dîlgirtin, bi hev tên guhartin.
* Nûnertiya herdu taxan bi awayekî giştî û wekhev di Meclisa Parêzgeha Helebê de û di Odeya Bazirganiyê û hemû qadên din de, li gorî qanûnan tê kirin.
* Saziyên xizmetguzarî, rêveberî, perwerdehî, şaredarî û meclisên xwecihî yên herdu taxan, heta pêkanîna lihevkirineke domdar ji aliyê komîteyên hevbeş ve, wekî xwe dimînin.”