BI DÎMEN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanan hate kirin

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kirin û find vêxistin.

Li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan kesî bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kirin û li ser gorên şehîdan find vêxistin.

Li Kantona Cizîrê li bajarên Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Hesekê, Şedadê, Hol, Dirbêsiyê, Amûdê û Til Temirê, li kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqayê; her wiha li kantona Firatê li bajarê Kobanê û li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girseya gel serdana şehîdgehan kirin. Bi wesîleya cejnê dua ji bo şehîdan hate kirin û li ser gorên şehîdan find hatin vêxistin.