QSD: Di nava 24 saetan de 12 dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana 24 saetên dawî de 12 çete hatin kuştin û 22 dagirker jî birîndar bûn ku 3 jê leşkerên Tirk e.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana 24 saetên dawî de 12 çete hatin kuştin û 22 dagirker jî birîndar bûn ku 3 jê leşkerên Tirk e.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya berxwedana 30'ê Çileyê ya li dijî êrîşên hêzên dagirker eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Doh (Pêncşem) balafirên şer derdora Bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê bombebaran kirin. Di heman demê de bi obîsên giran jî herêm topbaran kir.
Li hemberî êrişên dagirker û çeteyan, hêzên me li başûrê Minbicê li kombûnên çeteyan xist. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyên çeteyan xist, di encamê de 3 erebeyên leşkerî yên bi tîpên Toyota, Jeep û Van derb xwarin. Yekîneyê 2 kombûnên çeteyan kirin hedef, li wir bi qasî hat tesbîtkirin, 4 çete hatin kuştin ku 2 jê Ozbek in û 12 çete birîndar bûn.
Li eniya Pira Qereqozaxê, hêzên me wek bersivdayîna komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Sirînê kiribû, çalakiyeke bibandor li dar xist. Di çalakiyê de baregeha dagirkerên Tirk a li Hoşeriyê hat bombebarankirin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn, wesayîteke BMB ya dagirkeran derb xwar, 3 çete birîndar bûn û 2 erebeyên din jî derb xwarin.
Şervanên me di çalakiya duyemîn de li Girê Qereqozaxê li bendeke çeteyan xist. Di wê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Xeseq, Melha û Bîr Hiso, balafirgeh û depoyên genim ên Sirînê yên li başûrê Kobanê bi dijwarî bombebaran kirin. Hemwextî bombebaranê, gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan û Melha, girên Sêvê û Qereqozaxê yên li başûrê Kobanê bi obîs û moşekan hatin topbarankirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.
Li eniya Dêr Hafirê liv û tevgera dronên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê nesekinî. Balafiran 4 caran êrişî nuqteyên hêzên me kir. Di encamê de 2 şervanên me bi sivikî birîndar bûn û sivîlek şehîd bû. Şervanên me bi 2 çalakiyan bersiva dagirkeran da. Çalakiya yekemîn li dijî kombûnên çeteyan hat lidarxistin, di encamê de 6 çete hatin kuştin. Di çalakiya duyemîn de jî 2 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn û 3 motorsîklet hatin rûxandin.
Bîlançoya doh: 2 jê çeteyên Ozbekî, bi giştî 12 çete hatin kuştin, 3 leşkerên Tirk û 22 çete birîndar bûn, derb li wesayîteke zirxî ya BMB û 5 erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin xistin û 3 motorsîklet hatin rûxandin."