Şervanê Ereb: Em ê rê nedin çeteyên Erdogan axa me dagir bikin
Şervanê QSD’ê Dilo Hesekê diyar kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin û got: “Ev der axa me ye. Em ê ti carî rê nedin çeteyên Erdogan axa me dagir bikin.”
Şervanê QSD’ê Dilo Hesekê diyar kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin û got: “Ev der axa me ye. Em ê ti carî rê nedin çeteyên Erdogan axa me dagir bikin.”
Bendava Tişrînê bûye qibleya berxwedana dîrokî û xeta parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lewra ji bo parastina ax û rûmeta mirovahiyê piştgiriya gel û şervanan tê kirin. Berxwedana Bendava Tişrînê bi tevlîbûna gelên Ereb, Kurd, Suryan û hwd. re pêş dikeve. Tevî bêderfetî, şert û mercên dijwar jî şervanên fedaî parastina rûmetê dikin. Heta niha bi ti şewazê nehiştin ku çete derbasî xaka wan bibin û dagir bikin. Vê yekê hişt ku QSD û YPJ li herêmê serwer bibin û bimînin.
Bi ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 50 roj derbas bûn. Ev 50 roj in ku gel û şervanên QSD û YPJ’ê ji bo ku enerjî, av û binesaziya gelên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê biparêzin li ber xwe didin. Li gel êrîşên balafir û topbaranan jî ev berxwedan didome û her roj li Bendava Tişrînê destan tê nivîsandin.
‘EV DER AXA ME YE’
Şervanê QSD’ê Dilo Hesekê di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de cih digire ji ANF'ê re axivî. Şervanê QSD'ê Dilo Hesekê anî ziman ku ew ê rê nedin ku dagirker derbasî ser axa wan bibin û got: “Em ê li ser vê axê li ber xwe bidin. Lewra ev axa me ye. Em ê ti carî rê nedin çeteyên Erdogan axa me dagir bikin. Em ê heta nefesa xwe ya dawiyê li ber xwe bidin. Gelo çeteyên Erdogan ji xwe pirs dikin ku li hemberî kîjan hêzê şer dikin û êrîşî kê dikin? Ez piştgiriya gelê me piroz dikim. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û gelê xwe biparêzin.”