BI DÎMEN

Ji heft bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê yên Kantona Cizîrê ji bo tevlîbûna li berxwedana li Bendava Tişrînê bi rê ketin.

Ji heft bajaran gelek kes ji bo xwe bigihîne Bendava Tişrînê serê sibehê bi rê ketin.

Di nava rêwiyên Bendava Tişrînê de gelek hunermend, rewşenbîr û nivîskar jî hene.

Dewleta Tirk a dagirker ji 8'ê Kanûnê û vir ve li gel çeteyên xwe êrîşê dibe ser Bendava Tişrînê ku ji bo jiyana sivîl gelekî girîng e.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî êrîşan ji 8'ê Çileyê û vir ve di nobeda berxwedanê de ne.

Ji destpêka çalakiya nobedê û vir ve dewleta Tirk a dagirker yekser êrîşî gel dike. Di navbera 8 û 30'ê Çileyê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, 221 kes jî birîndar bûn.