Dewleta Tirk êrîşî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Bendava Tişrînê û gelek gundên Kantonên Cizîr û Firatê kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Bendava Tişrînê û gelek gundên Kantonên Cizîr û Firatê kir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO bi top, obîs û çekên giran gundên kantona Cizîr û Firatê bombebaran kirin. Her wiha bajarê Zirgan û gundên Rebiat, Til El-Werid , Xirbet El-Şeîr ve Eboş bi obîsan tê topbarankirin.
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KANTONA FIRATÊ
Bendava Tişrîn tevahiya rojê bi çekên giran hate bombebarankirin.
Gundê Tirweziye yê başûrê bajarokê Silûkê û gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî bi çekên giran û topan hatin bombebarankirin.
Gundê Cedê yê Kobanê bi obîsan hate topbarankirin.
Gundê El Sefawiyê yê li rojhilata Eyn Îsa ye bi çekên giran û topan hate bombebarankirin.