Karwanê nû gihişt cihê nobetê: Êrîş dewam dikin
Karwanê nû ku ji Kantona Cizîrê bi rê ket, cihê xwe di nobeta ku 23 roj in li Bendava Tişrînê dewam dike girtin.
Karwanê nû ku ji Kantona Cizîrê bi rê ket, cihê xwe di nobeta ku 23 roj in li Bendava Tişrînê dewam dike girtin.
Bi sedan kes ji bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrikê, Til Hemîsê û Amûdê ji bo parastona Bendava Tişrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di bin talûkeyê de ye, bi rê ketin.
Dema girseyê gihişt cihê nobetê, dagirkeran derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran bombebaran kirin.
Karwanê ku gihişt Bendava Tişrînê ji aliyê nobetdarên berxwedanê ve bi dirûşme, çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.