BI DÎMEN

QSD: Gelek çete hatin kuştin û 2 tank hatin rûxandin

QSD’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker û Artêşa Neteweyî ya Sûriye (SMO) de gelek çete hatine kuştin, 2 tank û gelek wesayîtên leşkerî hatine rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî derbarê çalakiyên YPJˋê û Yekîneyên Şehîd Harûn de daxuyaniyeke nivîsîkî da.

Di daxuyaniya QSDˋê de wiha tê gotin:

"Di çarçoveya rêzeçalakiyên bersivdana rewa de li hemberî êrîşên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê me, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) duh 2 çalakiyên bibandor li dijî baregeheke nû ya dewleta Tirk a dagirker a li ser girê pira Qereqozaqê li dar xistin. Di encamê de tankek û pergala radarê ya dewleta Tirk a dagirker hatin rûxandin.

Li heman baregehê, Yekîneyên Şehîd Harûn çalakiyek pêk anî û di encamê de tankeke din a dagirkeriyê rûxand. Her wiha yekîneyan erebeyeke leşkerî ya toyota û panzerek li derdora gir hedef girtin û bi temamî rûxandin.

Li eniya başûrê rojhilatê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê jî hêzên me 5 nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hedef girtin û wesayîteke leşkerî ya çeteyan rûxand.

Li eniya Dêr Hafir jî Yekîneyên Şehîd Harûn nuqteyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ku ji bo dronan dihat bikaranîn hedef girt û rûxand.

Di encama van çalakiyan de zêdetirî 10 leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn, her wiha rûxandina hejmareke tank, alav û nuqteyên leşkerî hatin belgekirin.

Duh jî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gelek gundewarê başûrê bajarê Kobanê; Xeseq, Melhe û Bîr Hiso bombebaran kirin. Her wiha topavêj û tankên dagirkeriyê gundên Girê Sêvê, Cadê, Bîr Hiso, Tîne, Melhe, Dîkan topbaran kirin. Di encamê de zirar bi mal û mezreyên sivîlan bûn.

Di heman demê de balafirên şer û yên bêmirov û tankên dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê û gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê hedef girtin û zirarên madî yên mezin çêbûn."