Rewşenbîrên Sûriyeyî ji bo Kurdan banga çareseriya rêveberiya nenavendî kirin

65 entelektuelên naskirî yên Sûriyeyê ji bo avakirina pergaleke demokratîk û azadiyê dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Ji dîaspora û Sûriyeyê gelek nivîskar, parêzer, aktîvîstên mafên mirovan û fîlmçêkeran piştgirî dan metna kampanyayê ku tê de bi taybetî qala meseleya Kurd dike.

Li gorî nûçeya AFP'ê di metnê de tê destnîşankirin ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re di çarçoveya pergaleke nenavendî ya rêveberiyê de pirsgirêka Kurd bi rengekî wekhev bê çareserkirin.

DAXWAZA MAFÊN BINGEHÎN Û AZADIYÊ

Îmzekaran destpêkê ji bo azadiya îfade, civîn û baweriyê, ji bo jinûve avakirina azadiya cemaweriyê ya bingehîn, mafê avakirina sendîka û partiyên serbixwe, daxwaz kirin.

Di daxwaznameyê de hate ragihandin ku divê sîstemeke siyasî bê avakirin ku gelê Sûriyeyê di oxira wê de rabû ser piyan û bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo dema derbasbûnê jî banga qebûlkirina destûra bingehîn a nû hate kirin ku azadiyê û hilbijartina meclîsa damezrîner a li gorî qanûna hilbijartinê ya wekhev bê pejirandin.

Nivîskar Faruk Mardam Bey, Samar Yazbek, Mustafa Halife û Yasin El Hac Salih fîlmçêker Hala Abdullah û Waad el-Kataib jî ji îmzekarên kampanyayê ne.

Kampanya dewam dike.