Heyva Sor a Kurdistanê konferansa xwe lidar xist
Heyva Sor a Kurdistanê konferansa xwe ya salane li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê lidar xist.
Heyva Sor a Kurdistanê konferansa xwe ya salane li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê lidar xist.
Konferansa salane ya saziyên alîkariyê yên hevkar li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê bi tevlîbûna rêveber, endam û kedkarên Heyva Sor a Kurdistanê-Elmanya û rêveber û kedkarên alîkariyê yên hevkar yê li Belçîka, Holanda, Îtalya, Swîsre, Avûstûrya, Fransa û nûnerên Heyva Sor a Kurd a li Rojava pêk hat.
Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Heyva Sor a Kurdistanê-Elmanyayê R. Bîlgîn ve hat kirin. Di axaftinan de Bîlgîn behsa rol û mîsyona saziya Heyva Sor kir.
Piştî axaftinê, dîwana Konferansê hat hilbijartin û mêvanan peyamên xwe xwendin.
Di peyama saziya alîkariyê ya li Rojava Heyva Sor Kurd bi aliyê nûnerê saziyê Dr. Şervan Berî ve hat xwendin. Di peyama de tê gotin, “Heyva Sor a Kurdistanê ji sala 2012’an ve heya niha her tim piştgirî û alîkariyên mezin daye Heyva Sor a Kurd da ku pêdiviyên mexdurên li Rojava bicih bîne. Herî dawî ji bo koçberên Efrînî yên ku ji ber êrişên dewlata Tirk neçar mabûn ji Herêma Til Rifat û Şehbayê derkevin jî di nava 40 rojan de 900 hezar euro alîkariya lezgîn şandiye.”
Li gorî rojeva konfernasê rapora xebatên alîkariyê û rapora malî yên sala 2024’an hate xwendin û li ser xebatên alîkariyê yên sala 2024’an sînovîzyon hate nîşandan.
Di rapora xebatên alîkariyê de, hate diyar kirin ku Heyva Sor tevî saziyên hevkar di sala 2024’de gelek xebatên alîkariyê ji bo mexdûr û xizanên li Kurdistanê kiriye.
Li gorî vê xebatên hatine kirin, wiha hatin rêzkirin;
PROJEYA ALÎKARIYA LEZGÎN
Ev proje ji bo kesên ji ber şer, bûyerên xwezayî û rewşên awarte mexdûr dibin, tê birêvebirin. Di çarçoveya vê projeyê de pêdiviyên jiyanî yên wek xwarin, derman, kinc û hwd. ên kesên mexdûr tên bicîhanin. Her wiha ji bo koçberan kamp û stargeh tên avakirin.
Di çarçoveya vê projeyê de Heyva Sor alîkariya yekemîn di meha Adarê de kir û ji ber rabûna lehiyê, bi awayekî lezgîn 15 hezar Euro ji bo mexdûrên li herêma Belûcistanê ya li Îranê şand.
Di meha Kanûnê de ji bo deh hezaran koçberên Efrînî yên ku ji ber êrişên dewlata Tirk neçar mabûn ji Hêrama Til Rifat û Şehbayê derkevin, Heyva Sor a Kurdistanê bi navê Alîkariya Mezin ji bo Rojava dest bi Kampanyayê kir.
Li gorî encamên ku heta niha hatine bidestxistin, Heyva Sor karîbû 900 hezar Euro bigihîne Rojava ku bi rêya Heyva Sor a Kurd li koçberên Efrînî belav bike.
Bi giştî nirxên ku di çarçoveya projeya alîkariya lezgîn de sala 2024’an hatin şandin, 915 hezar Euro ne.
PROJEYA FITIR, ZEKAT Û QURBANÊ
1- Di çarçoveya projeya berhevkirina Fitre û Zekatê ya meha Remezanê de; ji bo malbatên mexdûr ên li Bakurê Kurdistanê 155 hezar û 250 Euro alîkarî hate şandin.
2- Bi wesîleya Cejna Qurbanê, bi bihayê 100 hezar Euro qurban li Bakurê Kurdistanê ji malbatên mexdûr re hate belavkirin.
Bi giştî ji bo fitre, zekat û qurbanê 255 hezar û 250 Euro li mirovên xizan hatin belavkirin.
PROJEYA ZAROKAN
Di dîroka xebatên Heyva sor de yek ji xebatên herî bingehîn û pîroz, xwedîderketina li zarokên mexdûrên şer e. Lewma bi salane Heyva Sor bê rawestan destê alîkariyê dirêjî bi sedan zarokên li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dike.
Bi vê armancê sala 2024’an bi giştî 913 hezar û 100 Euro hat şandin.
Her wiha ji bo mala sêwiyan a li Rojava 2000 dolar ji aliyê saziya Swêdê ve hate şandin.
PROJEYA TENDURISTIYÊ
Bi salane ji ber siyasetên şer û cihêkariyê, hejmareke mezin a Kurdên nexweş ji mafê dermankirinê bê par mane. Li hemberî vê yekê Heyva Sor a Kurdistanê bi rêya projeya Tendirûstiyê hewl da pirsgirêkên beşek ji mirovên nexweş çareser bike. Di çarçoveya vê proje de, li herêmên şer an jî herêmên xîzan de nexweşxane tên avakirin. Her wiha dermanan, ambulansan, cîhazên medîkal peyda dikin û mesrefên tedawî yên kesên hejar didê.
Di çarçoveya vê projeyê sala 2024’an de ji bo dermankirina mirovên nexweş û ji bo standina derman û alavên tendirûstiyê ji Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojava, Wargeha Mexmûr û Şengalê re bi giştî 102 Hezar û 400 Euro alîkarî hate şandin.
PIŞTGIRIYA DAYIKÊN AŞTIYÊ
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo şer bi dawî bibe, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê bi salane dixebite. Ji bo piştgiriya xebatên wan, Heyva Sor a Kurdistanê sala 2024’an 7 hezar û 800 Euro alîkariya madî da Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê.
PIŞTGIRIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Bi salan e hejmareke zêde ji girtiyên Kurd ên nexweş li zindanên Tirkiyê di nava şertên giran de têna ragirtin. Hem dûrxistina van girtiyan ji malbatên wan û hem jî xemsariya dewleta Tirk li hemberî dermankirina wan rê li ber encamên giran vekirin. Lewma Heyva Sor a Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê dît ku destê alîkariya dirêjî girtiyên nexweş bike.
Di çarçoveya vê projeyê de, Heyva Sor a Kurdistanê, sala 2024’an 19 hezar û 800 Euro alîkarî ji bo girtiyên nexweş ên li Bakur Kurdistanê şand.
PROJEYA MALBATÊN XWIŞK Û BIRA
Armanca vê projeyê bicihanina pêwîstiyên malbatên mexdûr û desteka psîkolojîk e. Di vê projeyê de di navbera malbatên mexdûr û malbatên alîkar de, pêwendiya xwişk û biratiyê hat pêşxistin û alîkarî hat kirin.
Di çarçoveya projeya malbatên xwişk û bera de di sala 2024’an de 22 malbatên mexdûr ji vê projeyê alîkariyê xwe yên mehane girtin.
PROJEYA AVAKIRINA DIBISTANEKE LI MEXMÛR
Heyva Sor, li wargeha Mexmûrê projeyeke avakirina dibistanekê dimeşîne. Avakirina dibistanê berdewam dike. Di sala 2024’de ji bo vê projê 50 hezar Euro hatiye şandin.
Weke encam sala 2024’an di çarçoveya projeyên Heyva Sor a Kurdistanê de 2 milyon, 263 hezar û 350 Euro û 2 hezar Dolar alîkarî ji bo Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava, Mexmûr û Şengalê hatiye şandin.
Delegeyan raporên xebat û maliyê erê kirin û soz dan ku ew ê di demên pêş de hê bêhtir ji bo kesên mexdûr li Kurdistanê xebatên alîkariyê pêk bînin.
Di nirxandinan de hat gotin ku, li Kurdistanê ji ber êrîşên dewletên dagirker, ji ber şer, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan hejmara kesên mexdûr û hewceyî alîkariyê zêdetir bûne. Her wiha hate diyarkirin ku pêwîste Heyva Sor a Kurdistanê di serî de xebata endam çêkirinê û her wiha hemû beşên alîkarî komkirinê weke qumbere, kampanya, bi saziyên biyanî û navneteweyî re proje çêbike û xebatên xwe xurtir bike, da ku pêwistiyên kesên mexdûr bi cih bîne.
Di dawiya kongreyê de ji bo pêşerojê plansaziyên xebatan hatin diyarkirin û biryar hatin girtin.
Li gorî vê di konferansê de biryarên hatine girtin ev in;
- Divê hemû saziyên alîkariyê yên hevkar xebatên xwe li gorî vê serdema dîjîtal nûjen bikin û li gorî vê tev bigerin.
- Divê hemû saziyên alîkariyê di hêla profesyoneltiyê de xwe pêş bixin û ji bo vê jî hem buroyên xwe, hem jî li herêmên kedkarên ciwan û kedkarên jin ên zimanzan tevlî xebatê bikin.
- Divê ji bo zêdekirina dahatên saziyan rêyên alternatîf werin ditîn da ku bikaribin pêwîstiyên mexdûran bi cih bînin.
- Divê xebata proje çêkirina bi sazî, dezgeh, komel, dêr û şarederiyên biyanî re wek xebatek sereke were ditîn.
- Divê hejmara zarokên ku ji projeya zarokên sêwî û bêxwedî alîkarî digrin were zêdekirin.