BI DÎMEN

Li Hannoverê salvegera rizgarkirina Kobanê hat silavkirin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi boneya salvegera 10’emîn a rizgarkrina Kobanê meş û mîtîng hate lidarxistin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê meş û mîtîng hate lidarxistin.

Di çalakiyê de berxwedana ku li Bendava Tişrînê tê berdewamkirin, hate silavkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxedana Tişrînê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.