BI DÎMEN

Şehîdên Tişrînê li Dortmundê hatin bibîranîn

Li Dortmundê ji bo sivîlên li Bendava Tişrînê hatin qetilkirin bîranîn hat lidarxistin.

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Meclîsa Gelê Kurd ji bo endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Menîce Haco Heyder û şehîdên Tişrînê yên ku di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, çalakiyek bibîranînê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî çalakiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, birayê Menîce Haco Heyder Egîd Heyder axaftinek kir. Egîd Heyder behsa jiyana Menîce Heyder, têkoşîna wê û xebata wê ya di Têkoşîna Azadiyê ya Rojava de kir. Egîd Heyder diyar kir ku kurê Menîce Heyder jî di nava refên HPG'ê de beşdarî têkoşîna azadiyê bûye.

Endamê KOMAW'ê Hecî Cemîl Gultekîn, endama PYD'ê Zozan Dêrik û berdevka YJK-E ya demê Kezîban Dogan axaftin kirin. Kezîban Dogan diyar kir ku şoreşa ku di pêşengiya jinên Rojava de pêş ket, ji destpêkê ve rastî êrîşên dewleta Tirk tê û di encama van êrîşan de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin. Kezîban Dogan êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bi bîr xist ku şoreş bi bîranîna şehîdan mezin bûye.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hate pêşandan. Bîranîn bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana QSD'ê" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.