Bi hezaran Filîstînî vedigerin Xezeyê
Piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de bi hezaran Filîstînî ji bo vegerin Şerîda Xezeyê derketin rê.
Piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de bi hezaran Filîstînî ji bo vegerin Şerîda Xezeyê derketin rê.
Di çarçoveya lihevkirina Îsraîl û Hamasê de 6 dîlgirtiyên din serbest hatin berdan. Ev pêşketin bû wesîle ku bi hezaran Filîstîniyên ku neçar mabûn ji Şerîda Xezeyê koç bikin vegerin malên xwe yên bakurê bajêr.
Bi agirbestê re tê armanckirin ku dîlgirtiyên Îsraîl û girtiyên Fîlîstînî bên berdan û ji bo bidawîbûna şer rê li ber danûstandinan vedike.
Bi deh hezaran kes bi peyatî yan jî bi wesayîtên xwe ber bi peravê ve ketin rê. Lê belê li korîdora Netzarîm Îsraîl rê li ber derbasbûna hin koman girt.
Hamas vê pêla vegerê weke "serkeftina li dijî planên dagirkeriyê" bi nav kir.
Di gava yekemîn a lihevkirinê de tê armanckirin ku bi giştî 33 dîlgirtî û hezar û 900 girtiyên Filistînê bên berdan e. Di vê pêvajoyê de Îsraîl û Hamas wê li ser şertên nû hevdîtinan bikin. Di merheleya dawîn de jî wê jinûve avakirina Xezayê û radestgirtina cenazeyên dîlgirtiyên mirî pêk were.
Şerê ku di 7'ê Cotmeha 2023'yan de bi êrîşa Hamasê re destpê kirin, li Îsraîlê rê li ber mirina 1210 kesî vekir ku piraniya wan sivîl bûn. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xazeyê, di şerê hilweşîner ê ji aliyê Îsraîlê ve ji ber vê sedemê hat meşandin de herî kêm 47 hezar 306 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberiya Fîlîstînê û welatên Ereb ji ber koçberkirina bi zorê ya Fîlîstîniyan nerazîbûnên tund raber kirin. Pêşniyarên Serokê DYE’yê Donald Trûmp ên ji bo şandina şêniyên Şerîda Xezeyê ber bi Urdun û Misrê ve, ji aliyê gelek partiyên li herêmê ve hatin rexnekirin.
Urdun û Misrê ku malovaniyê ji 2,3 mîlyon penaberên Fîlîstînî re dikin, roja Yekşemê careke din diyar kirin ku ew "ji ber koçberkirina bi zorê" ya Fîlîstîniyan qebûl nakin. Yekîtiya Ereban diyar kir ku koçberkirina Filîstîniyan a bi darê zorê tenê weke paqijkirina etnîkî dikare bê binavkirin û di vê mijarê de hişyarî kir.
Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrîch pêşniyara Donald Trûmp weke 'fikreke gelekî baş' pêşwazî kir û silav kir.