Dewleta Tirk û çeteyên wê her car gelê Rojava bi bêbaweritiyê tewanbar dike û dixwaze weke êrîşên xwe di bin nave baweriyê de rewa bike. DAÎŞ berê ev yek pêk anî. Lê belê ket sergoya dîrokê. Lewre ew bawerî bû ku DAÎŞ têk bir.
Îro jî gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li gel êrîşên hovanê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê bi stran, govend û tilîliyan berxwedana serdemê raber dikin. Bi çanda welatparêzî û Kurdewarî jiyana xwe diparêzin. Di wan keliyên dîrokî de ev dîmen derket holê; kalekî, li ser bendavê kurkê xwe raxistiyê erdê, li gel dîlana azadiyê nimêja xwe dike û ji bo artêşa dagirker têk biçe, duayan dike.
Gelê Kurdistanê bi baweriya xwe li ser piya maye; di nav de Êzidî, Misilman, Xirirstiyan, Kakaî, Yarsan û gelek baweriyên din jî dihewîne. Hemû baweriyên Kurdistanê çawa ku di nava berxwedana Kobanê de cih girtin, îro jî li ser Bendava Tişrînê xwe didin der.
Bendava Tişrînê, bûye remza berxwedanê û keleha lehengiyê. Di vê kelehê de keliyên dîrokî di dîmenên wiha de carekê din xwe didin der.