Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ji bo ‘Efrînê’ bang kirin

Endamên Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan diyar kirin ku ew ê berxwedana Efrînê bibe dawiya AKP’ê û ew ê şoreşa Bakurê Kurdistanê ava bibe.

Li Qadên Parastinên yên Medyayê bi dehan endamên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan, ji bo berxwedana Efrînê bang li ciwanan kir.

Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem Guneş hate xwendin û di malpera Nûçe Ciwan de hate weşandin:

‘EM Ê KOKA WAN BIQELÎNIN’

“Beriya her tiştî em berxwedana mezin a Efrînê silav dikin. Em hemû şervanên di çeperan de silav dikin.

Banga Rêbertiya me û tevgera me ya ji bo Kobanê, îro ji bo Efrînê derbasdar e. Em ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê, amade ne ku beşdarî berxwedana Efrînê bibin.

Hemû dinya dizane ku dewleta faşîst a Tirkiyeyê dixwaze Kurdan tune bike. Em jî dixwazin helwesta xwe li hemberî van dagirkeran diyar bikin. Me got, ‘Em ê Rêber Apo azad bikin’ û dewleta faşîst a Komara Tirkiyeyê biqedînin. Yên ku dixwazin Kurdan tune bikin, em ê koka wan biqelînin. Li ser vî esasî li her dera cîhanê ciwan daketin qadan û çalakî li dar xistin.

‘DIVÊ HER CIWANEK BIBE ÇEKEK’

Divê ciwanên ku daketibûn qadan a niha jî berê xwe bidin berxwedana Efrînê. Divê ciwan Efrînê biparêzin. Divê her ciwanek bibe çekek û li dorî dîrok û nirxên xwe tevbigere.

Divê tu ciwanên li Tirkiyeyê neçin leşkeriyê, di artêşa Tirkiyeyê de cih negirin. Divê ji artêşê firar bikin. Ji bo tu tiştî ne dereng e.

‘BANGA JI BO CIWANÊN BAŞÛR Û ROJHILAT’

Di çarçoveya pêngava Serî Hilde’ û ji bo berxwedana Efrînê em bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê û Rojhilat dikin. Wan ciwanên me di demeke nêz de li hemberî faşîzmê serî hildan. Bi sed hezaran ciwan daketin qadan. Banga me ji bo van ciwanan e ku divê berê xwe bidin Efrînê û di çeperên berxwedanê de têbikoşin. Divê xwedî li mirovayetiyê derkevin.

CIWANÊN LI EWROPA: JIYAN QIRÊJ RED BIKIN

Dîsa ciwanên li derveyî welat dijîn, li Ewropa, li Rûsya dijîn; ên ku derfetên wan hebin bila berê xwe bidin refên gerîla. Berê xwe bidin çiyayên azad. Berê xwe bibin çiyayê Kurdistanê. Parêzvanê herî mezin û qadên xwedî tifaqekî dîrokî çiyayên Kurdistanê û ev qadin. Ti hêzên mêtînger, netew-dewlet jin û ciwanan nikare biparêze. Heta niha jî neparastine. Bost bi bost mêtîngeriyê li ser axa Kurdistanê bi cih dikin. Niha jî hêza xwe daye asîmlasyona û qirkirinê. Zimanê we qedexe û qir dike. Ji ber vê sedemê ciwanên ku li derveyî welat dijîn vê jiyana qirêj nepejirînin.

‘BERÊ XWE BIDIN REFÊN GERÎLA; TEVLÎ BERXWEDANA SERDEMÊ BIBIN’

Dem demê hineke din e.

Dem demê şoreşa mezin e. Ji ber vê berê xwe bidin çiyayên azad. Berê xwe bidin nava refên gerîla. Ti hêz bi qasî van çiya, xakên pîroz nikare me biparêze. Ji derveyî çiyayên Kurdistanê ti mutefîkên me nîne. Li ti deveran tu kes nikare me biparêze. Tenê em pişta xwe bidin çiyayên azad. Werin, tevlî berxwedana şoreşa mezin biibn. Dem demê şoreşa mezin e.

Em bang li her kesê dikin; em dibêjin em çav li rê li benda tevlîbûna we ya şoreşê ne. Dem demê şoreşê ye. Dem demê hineke din e.

Wê her çiqeke zeytûnê ji bo wan bibe sêdar.

Hûn jî dibînin, Rojavayê Kurdistanê azad bû. Ji çeteyên Erdogan hate rizgarkirin. Lê serçete bi hemû hêz û derfetên dewleta TC a faşîst berê xwe daye xaka pîroz a Kurdistanê Efrînê. Bi hemû çekên giran, tank, top, obus bi balafiran êrîş dike. Li ser jin, zarok, ciwan û gelê Efrînê topan dibarinîn. Dixwazin qira wan bînin. Di serî de divê ciwanên Efrîn, Şehba, Heleb, Ciwanên Bakurê Sûriye, Ciwanên Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen, Çerkez û ciwanên Şengalê bê ku kêliyekê bimînin berê xwe bidin eniyên berxwedanê. Divê bi lez guh bidin bagên berxwedanê yên YPG/YPJ û QSD’ê. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin û li ber xwe bibin. Wê her çiqeke zeytûnê ji bo wan bibe sêdar. Di çarçoveya banga Rêbertiya me, Rojavayê Kurdistan, Xwerêveberiyê û Tevgera me ji bo şikandina sîstema Îmralî û bi dawîkirina qirkirina li ser Kurdan,ciwanên çar parçeyên Kurdistanê werin berê xwe bidin berxwerdana serdemê.

 ‘WÊ DERIYÊ ŞOREŞÊ VEKE’

Berxwedana Efrînê wê deriyê şoreşa Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê veke.

Êdî demê şoreşa Bakurê Kurdistanê hatiye. Şikestina dewleta Tirk a faşîst a li Efrînê wê ji bo şoreşa Bakurê Kurdistanê bibe pêngavek, bibe gavek. Ji bo vê divê herî zêde ciwanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê; ên ku bikarin bila bên tevlî refên gerîla bibin, ên ku niha amadebin bila berê xwe bidin berxwedana Efrîn a Rojavayê Kurdistanê û tevlî refên berxwedana serdemê bibin, li çeperan cihê xwe bigirin, ranewestin, werin tevlî bibin. Em ê bi ser bikevin, em ê bi ser bixin.

Em hemû gel, ciwan jinên li ber xwe didin silav dikin. Hemû çalakiyên wan silav dikin. Her kesê vedixwînin berxwedana serdemê.

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Bijî Serok Apo” û “Serî Hilde” bi dawî bû.