Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên bazara qirêj e

Ceyş El-Suwar, destnîşan kirin ku êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên kirîn, firotin û bazirganiya li ser xwîna gelê Sûriye yê ne.

Ceyş El-Suwar ên herêma Şehbayê girêdayî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Ceyş El-Suwar Dilşêr El-Îdlîbê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Hemleya bê bexet a li ser Efrînê û gelê wê, di ti ol, urf û exlaqên bav û kalan de nayê qebûlkirin, di heman demê de dijminahiyeke li ser tevahî xaka Sûriyeyê, bi gel, netew, mezheb bû rengên wê ye.

Bila her kes nas bike ku êrîşên li ser Efrînê û gelê wê encamên peymanên kirîn û firotine ne, her wiha bazirganî li ser xwîna sivîlan û xaka welatê birîndar e. Ev êrîş ne zarok, ne jî jin û kesên bi temen mezin nas dike. Kes bi aqilê wê nas bike ku dagirkeriya Tirkiyê Heleb li beramberî Bab û gundewarên wê heta Cerablûs firot, lê ne li Minbicê, ne jî Reqa û Cizîrê bi ser ket. Îro Ebû El-Dihûr li beramberî Efrînê û sibe li Îdlîbê heman peyman wê pêk werin.

Gelê Sûriye yê bi rûmet; li hesabên xwe vegerin û guhê xwe nedin xîtabên Erdogan ê xwediyê xetên sor, alîgirê DAIŞ, Nusra û Îxwan e, Erdogan ê ku zar û rûmet û xaka welatê we firotiye Beşar.

Banga me ya  ji her kesê bi rûmet, welatparêz û xwedî wijdan ne ji lewazbûyînekê tê, lê belê ji bo rawestandina rijwandina xwînê ye.

Li herêmê cengek heye, dagirkeriya Tirkiyê tevî ku çekên giran û balafiran bi kar tîne, gaveke pêş ve ne avêtiye. Her wiha balafirên Beşar jî li ser esman qût nabe, hêza me têra xwe heye, em li ber xwe didin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê, ji Idlib û Şehba re azadî” bi dawî bû.