Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) derbarê rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
PJAK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li hemberî hemû çewisandin û êrişên kuştinê, di çarçoveya parastina rewa de, parastina gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê erkek wane.
Berfirehiya daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
“Ji duh 13’ê Hezîranê 2025’an ve, Îsraîl êrişên giran li ser navendên atomê, leşkerî û fermandarên Îranê destpêkiriye, bi taybet li ser navend û kesayetên ser bi artêşa Pasdaran. Êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê, ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê yên kujer têrê nake. Ev şer derba dawî ya sîstema desthilatdar a cîhanê ye li dijî desthilata Îranê ye û heta ku egera gef û bandorên rejîmê bi tevahî ji holê neyên rakirin, dê berdewam bikin. Bê guman, ev ne pêvajoyek dem kurte û beşek girîng a pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a Nû ye ku encama polîtîkayên darvekirin, tepeserkirin, cudakarî, gendelî û wêrankirinê ye. Kêfxweşiya gelê Îranê ya ji ber lewazbûna rejîmek wiha, nayê wê wateyê ku civaka Îranê hemû hêviyên xwe bi encamên şerekî wiha ve girêdaye. Ev şer şerê desthilatdariyê û pevçûna berjewendiyên di navbera hêzan deye, ne şerê rizgariya civakan û netewane. Ev şer bêyî ku li êş û azarên gelên Îranê binêre, di encama siyasetên êrişkar û berfireh ên Komara Îslamî de derket holê.
HEVKARIYA PARTIYÊN KURD GIRÎNG E
Baca şerxwaz a desthilatdarên Komara Îslamî di stûyê wan kesên ku destê wan di qeyranên civakî û aborî de ne ye. Hejmara zêde ya qurbaniyên sivîl bi taybetî jin û zarok yên di êrişên Îran û Îsraîlê de wê rastiyê nîşan dide ku desthilat ti giringiyê bi jiyana xelkê nade. Gel û civakên Îranê ne neçarin ku di navbera du bijardeyên şer û desthilata dîkdator de bimîne û qebûl bike. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ji bilî dijbertiya ferzkirina şer li ser gelên Îranê de, tekeziyên li ser têkoşîna demokratîk a gelan dike. Ya ku azadiyê dike asoya siberoja gelên Îranê têkoşîna demokratîk û şoreşa newaze ya Jin, Jiyan Azadî ye. Bê guman ji bo bidestxistina şoreşa demokrasiya gelê me, yekgirtin, hevkariya tevayî kesayetên azadîxwaz, hêzên demokratîk û têkoşerên gelan, jinan û nasnameyan pêwîste. Hevkariya partiyên Kurd gelek girînge ku ji têgeha desthilatdariya partiyê derbasî rêveberiya gelê Kurdistanê bibe. Em divê qonaxa hestiyar de vê yekê wek erkeke dîrokî dibînin. Em daxwaza hevkariyê ji hemû hêz, partî û rêxistinên sivîl dikin ku bi serkirdayetiya jinên Îranê dest bi qonaxek nû ya şoreşa jin jiyan azadî bê kirin. Em amadebûna xwe ya ji bo vê yekê jî radigihînin. Li gor me ji bo derbasbûna komara demokratîk a Îranê pêwîstî bi guherînên fikrî û dûrketina ji desthilatxwaziya nasyonalîzim, zilamsalarî û navendîbûnê heye. Ev ji bo gelên Îranê take bijardeya siberojek aram û demokrasiyê ye.
Li hemberî hemû çewisandin û êrişên kuştinê, di çarçoveya parastina rewa de, parastina gel û gelên Îranê erkek meye. Em bang li hemû xelkê Îranê bi taybet jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê dikin ku xwe di rêxistinên girseyî yên demokratîk de birêxistin bikin, bi hevgirtinek tam bandorên wêranker ên şer, li ser hev kêm bikin.
Ji bo piştgiriya qurbaniyên şer komîteyên herêmî, ji bo rizgarkirina birîndaran komîteyên alîkariya darayî, her wiha avakirina rêveberiyên herêmî û dûrxistina kirêgirên hikûmetê ji ber bandora wan ya li ser welatiyan, dikarin gavên girîng ji bo avakirina civakek xweser û demokratîk bavêjin. Divê rewşê de em bang li hemû welatparêz, azadîxwaz û endamên partiya xwe dikin ku alîkar bin.”