Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja duyemîn de ye.

05:56

Mogherînî: Êrîşên Tirkiyeyê wê bi kêrî DAÎŞ'ê bên

Parlamenta Ewropayê ji bo nirxandina êrîşên dagirkeriyê bi rengekî awarte li hev kom bû. Alîkara Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî li civînê got, êrîş wê bi kêrî DAÎŞ'ê bê.

05:55

Dagirkerî di rojeva Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Swêdê de ye

Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlamenta Swêdê wê îro (Pêncşem) êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxîne.

03:53

Erdnîgarê Îngilîz û aktivîst Davîd Harvey bi gotinên 'Ev sûcekî dijî mirovahiyê ku di asta navnteweyî de bê şermezarkirine' nerazîbûn nîşanî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayî destpêkirin, ragihand  tevlî kongreya ku wê li Enqerê bihatiba kirin nabe. 

03:09

Êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser navenda Girê Spî bê navber dewam dike. Di êrîşan de sivîl tên hedefkirin.

02:38

PE ji bo êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek awarte lidar xistin. Alîkara   Serokê Komîsyona YE'yê Fedeerîca Magherînî ya di civînê de axivî, destnîşan kir ku ev êrîş bi kêrî DAÎŞ'ê tê.

02:16

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şervanên QSD'ê berxwedaneke mezin bersiv dide. Dîmenên duh şer ên gundên Zor Mager a navçeya Şêxler a Kobanê pêk hatî parve dikin.

02:13

 

02:12

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye got: "Em naxwazin pêkanînên li Efrînê rûdayîn dubare pêk bên."

02:11

Artêşa Tirk bi topan stasyoneke ya petrolê ya dikeve bakurê rojhilatê Tilrbespiyê û gundê Tişeîrê bombe kir.

02:10

Di bomberdûmana  artêşa Tirk a li ser gundê Xerzê ya Amûdê de welatiyê sivîl ê bi navê Ebdullezîz Mûsa Ebas ê 58 salî birînar bû.

02:09

Di bomberdûmana  dewleta Tirk a li ser gundê Nayîf Girê Tira Qamişloyê welatiyê bi navê Mihemed Ehmed El-hemadî birîndar bû. 

02:07

Bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundê Sifek û Bobanê yên dikevin rojavayê Kobanê dewam dike. Şervanên QSD'ê yên bersiv didin, wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirk rûxandin.

02:06

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk, li ser Şêxler a dikeve peravên Fratê difirin.

02:05

Artêşa Tirk bi obusan Kobanê bombe dike.

01:22

Serokê Koma Partiya Gel a Ewropa (EPP) a Parlementoya Ewropayê Manfred  Weber ê nerazîbûnên tund li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin da, daxwaz kir ku guşarên aborî li ser Enqerê bê pêkanîn.

01:20

Dîmenên kêliyên kuştî û birîndarên li Nisêbîn...

 

00:51

Graham bi daxuyaniya li ser tevna civakî dayî, pêşnûmeyek têkildarî gûşarên li ser Tirkiyeyê bidin pêkanîn eşkere kir û diyar kir ku hem Demokrat û hem jî bi Komarparêzan re li hev kirine.

00:51

Graham bi daxuyaniya li ser tevna civakî dayî, pêşnûmeyek têkildarî gûşarên li ser Tirkiyeyê bidin pêkanîn eşkere kir û diyar kir ku hem Demokrat û hem jî bi Komarparêzan re li hev kirine.

00:49

Tirkiye ya ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dagirkirinê kiriye, carekî din balafirên şer Girê Spî û derdorî wê bombe kir.

00:43

https://anfkurdi.com/ewropa/kurdistaniyen-li-ewropa-ji-bo-rojava-daketin-qadan-119114

00:40

Li Girê Spî dîmenên şer

 

23:54

Niha hemwext li Serêkaniyê li hemû mizgeftan hemwext ezan tê xwendin. Piştî ezanê jî tekbîr hatin qîrkirin.

23:22

Şervanên QSD’ê li rojavayê Kobanê qereqolek îmha kirin.

23:00

Artêşa Tirk a dagirker bi obusan li Şehba û Til Rifatê dide.

22:58

Piştî ku dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin, Serokê Meclîsa Îranê Alî Larîcanî serdana xwe ya li Tirkiyeyê betal kir.

22:56

Şervanên QSD’ê ji Zormagara Kobanê li bendên dagirkeran ên li Cerablûsê dan. Hate ragihandin ku 12 çete hatine kuştin û 34 çete jî birîndar bûne.

22:55

Li ser sînorê Dêrikê di navbera şervanên QSD’ê û leşkerên Tirk ên dagirker de şerekî giran heye.

22:52

Li Girê Spî artêşa Tirk a dagirker dema xwest dîwarên li ser sînor rake û êrîş bike, şervanên QSD’ê li wan da. Artêşa Tirk a dagirker a niha hawanan diavêje bajêr.

22:22

Li Girê Spî du leşkerên Tirk hatin kuştin û du leşker jî birîndar bûn.

22:15

Li gundê Mîkalta ya Girê Spî di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de jin û mêrek hatin qetilkirin.

22:14

Hêzên QSD’ê yên li Dêrikê îro saet di 22.25’an de ji ser sînor li qereqola artêşa Tirk a dagirker a li gundê Bazîftê ya Cizîra Şirnexê da. Artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji qereqolê derxist.

22:08

Fînlandîya biryar da ku êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê

 

22:07

Artêşa Tirk a dagirker derdora girtîgeha Cerkîn a li Qamişloyê bomberdûman dike. Di vê girtîgehê de çeteyên DAÎŞ’ê hene.

22:06

Artêşa Tirk a dagirker leşker û alavên şer sewqî Kaniya Xezalan dike.

22:04

Siûdî Erebistan êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

21:37

Çeteyên El Nusra û artêşa Tirk a dagirker ji 3 milan ve Serêkaniyê bomberdûman dikin. Dagirker hewl didin ji bejahiyê ve têkevin herêmê.

21:31

Li herêma Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên QSD’ê şerekî giran heye.

21:30

Serokê Komîsyona Parlementoya Têkel a YE û Tirkiyeyê Dr. Sergey Lagodînsky diyar kir ku ew ê piştgiriyê nedin guherandina demografiya li Sûriyeyê ya ku bi darê zorê hatiye kirin.

 

21:29

Artêşa Tirk a dagirker gundê Diwîrê yê navçeya Til Xelef a Serêkaniyê bomberdûman dike.

21:14

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî sînorê Qamişloyê dike. Artêşa Tirk a dagirker hawanan diavêje nava bajêr. Hin sivîl birîndar bûne.

21:08

Di bomberdûmanê de ya li ser Taxa Bişêriya ya Qamişloyê jina Suryan a bi navê Jûlîet Nîkola (25) û Fadî Hapsono ya 37 salî birîndar bûn. Bomberdûmana li ser bajêr didome, ji ber bomberdûmanê agir bi hin malan ket.

21:06

QSD: 3 şervanên me û 5 kesên sivîl şehîd bûn

20:54

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Qamişlo û Girê Spî bomberdûman dikin.

20:53

Şervanên QSD’ê li sînorê Dêrikê tankeke artêşa Tirk îmha kirin.

20:48

Artêşa Tirk a dagirker bu obusan li navçeya Sulukê ya Kobanê dide. Hêzên QSD’ê bersivê dide artêşa Tirk a dagirker.

20:17

Li Eyn Dîwarê ya bi ser Dêrikê di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên QSD’ê de şerekî giran heye.

19:57

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora Girê Spî bomberdûman dikin. Li ser herêmê balefirên şer digerin.

19:49

Li taxa Bêşiriyê ya Qamişloyê ya ku Suryan û Asûr lê dijiyan, di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de sivîlek hate qetilkirin.

19:42

Şervanên QSD’ê bersivê didin êrîşên artêşa Tirk a dagirker. Ji Dêrikê heta Girê Spî li ser xeta sînor şer heye.

19:42

Artêşa Tirk a dagirker bi top û hawanan êrîşî gundê Xatuniyê yê Amûdê dike.

19:40

Hikûmeta Misirê êrîşên dagirker ên Tirk şermezar kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Misrê ev hate gotin: “Em bi tundî êrîşa dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê şermezar dikin.”

19:35

Di êrîşên dewleta Tirk de li Qamişloyê 3 sivîlên li taxên Munîr Hebîb û Bêşiriyê birîndar bûn.

19:23

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî obus û topan diavêje Qamişlo û derdora wê. Li van deran bi sed hezaran kesên sivîl dijîn.

19:08

Wezîra Fransayê ya Karûbarên Ewropayê Amelîe de Montchalîn jî piştî ku êrîşên dagirker dest pê kir bi demeke kurt got, ew êrîşa dagirker, ''bi tundî şermezar dikin''.

Montchalîn got, ''Em Fransa, Elmanya û Qralîyeta Yekbûyî, li ser bûyera ku me pir bi tundî û hişt şermezar kirî, em dikin ku deklarasyoneke hevpar a têra xwe zelal biqedînin.''

19:07

HOLLANDA

Wezîrê Karê Derve ji ber sedema dagirkriya  Tirk bang li sefîrê Tirk kir. Wezîr Stef Blok li ser hesabê Twîtterê got, ''Hollanda operasyona Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar dike. Min bang li sefîrê Tirk kir. Em bang li Tirkiyê bikin ku ji vê rêyê biqere.''

19:07

HOLLANDA

Wezîrê Karê Derve ji ber sedema dagirkriya  Tirk bang li sefîrê Tirk kir. Wezîr Stef Blok li ser hesabê Twîtterê got, ''Hollanda operasyona Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar dike. Min bang li sefîrê Tirk kir. Em bang li Tirkiyê bikin ku ji vê rêyê biqere.''

18:52

ÊRÎŞA DAGIRKER A LI SER QAMIŞLO

 

18:51

Gundê Kêl Hesnak ê Tirbespiyê hate bomberdûmankirin. Ciwanekî bi navê Rojîn Sebrî jî di nav de 4 kesên sivîl birîndar bûn.

18:50

Êrîşa bi hawanan a li ser derdora bajarê Serêkaniyê didome. Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê jî bersivê dide êrîşan.

18:32

Li gundê Sê Girka yê Qamişloyê zarokekî 6 salî bi fîşeka artêşa Tirk a dagirker birîndar bû. Li heman herêmê artêşa Tirk li wesayîteke sivîlan da.

18:30

ÇALAKGERÊN STRASBOÛRGÊ BANG KIRIN KU BILA YE PEYWIRA XWE PÊK BÎNE

 

18:20

Piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek ambûlans sewqî xeta sînor a Qamişlo û Nisêbînê hate kirn.

Kaymakam ji bo ku gel dernekevin derve anonsan dike.

18:05

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê Piling Qamişlo got ku “Me li 7 cihên artêşa Tirk a dagirker dan. Ev çalakî li ser esasê parastina rewa hate kirin.”

Qamişlo ji ANHA’yê re axivî û got ku “Me mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî. Dewleta Tirk êrîşî herêma me dike. Li herêma me 8 milyon mirov dijîn. Heta ku êrîş bidome, em ê jî bersivê bidin êrîşan.”

17:57

Artêşa Tirk a dagirker bendava Mensûra bomberdûman dike. Ava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê bendavê dihate temînkirin.

17:53

Artêşa Tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê kir. Sivîlek şehîd bû û sivîl jî birîndar bûn.

Êrîşa pêşîn saet di 16.20’an de li gundê Mişrefa ya li başûrê Serêkaniyê hate kirin û şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşan. Di êrîşan de ji gundê Mişrefa sivîlek şehîd bû û li gundê Diyapê jî 2 sivîl birîndar bûn.

17:49

Artêşa Tirk a dagirker ji Dêrikê heta Girê Spî  li 460 kîlometreyan topan diavêje qadên sivîlan.  Êrîşa ku di saet 16.00’an de dest pê kiribû, hê jî didome.

17:32

Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Cihan, Kêl Hesnak, Dêrna, Qunlinga yên Dirbêsiyê bomberdûman dike. Şervanên QSD’ê bersivê dide êrîşan û şer didome.

17:30

HAWANA KU LI QAMIŞLOYÊ KETIYE

 

17:25

Artêşa Tirk a dagirker obusan diavêje derdora Dirbêsiyê

17:24

Artêşa Tirk a dagirker hawanek avêt Qamişloyê û hawan li wesayîtekê ket, wesayît şewitî. Hawaneke din a artêşa Tirk a dagirker jî li malekê ket.

17:23

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas bi gotinên tund êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kir.

Maas diyar kir ku bi van êrîşan wê li herêmê îstîkrar xera bibe û DAÎŞ xurt bibe.

17:14

Walîtiya Rihayê piştî êrîşa dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îlan kir ku xeta sînor kirine ‘Herêma Taybet a Ewlehiyê’

17:13

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker cara duyemîn navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî bomberdûman kirin.

17:09

Senatorê Komarger Graham got, "Ji bo hevalbendên me yên Kurd dia bikin, ku ji aliyê rêveberiya Trump ve bi rengekî rûreşî hatin terikandin."
Senator got, "Ji bo Erdogan berdêla herî giran bide ez ê li Kongreyê bikevim nava hewldanan."

17:07

Wezîra Karên Ewropayê ya Fransayê Amelîe de Montchalîn demeke kurt piştî destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew êrîşa dagirkeriyê 'bi tundî şermezar dikin'.

Montchalîn got, "Em; Fransa, Elmanya û Qraliyeta Yekbûyî bûyerê bi tundî şermezar dikin. Em der barê vê bûyerê de deklarasyoneke hevpar amade dikin ku li ber qedandinê ye."

Wezîr diyar kir, wan mijar xistine rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî

17:07

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claûde Jûncker bang li Tirkiyeyê kir ku dawî li êrîşên xwe yên li Sûriyeyê bîne.

Jûncker li Parlamenta Ewropayê axivî û got, "Fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê yên li ser sînorê Sûriyeyê hene ku divê em fêhm bikin. Lê belê em bang li Tirkiyeyê û aktorên din dikin ku bi xwînsarî tevbigerin. Eger plan ew be ku herêmeke ewle bê avakirin, ne li bendê bin ku Yekîtiya Ewropa maliyeta wê bide ser milê xwe."

16:59

Artêşa Tirk a dagirker hawanan diavêje gundê Zuhêriyê ya Dêrikê.

16:57

QSD’ê derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  daxuyanî da. QSD’ê got ku “Ji bo mirovên li hêrêmê ji krîzê werin parastin, divê  herêm ji balefiran re were qedexekirin.”

QSD’ê got ku “Di peymana ewlekariyê ya di navbera me û Tirkiye û DYE’yê de, me nêteke baş nîşan da. Lê vî tiştî kir ku gelê me bêparastin bimînin.”

16:40

Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastinê de li Qamişlo, Dêrikê û li ser xeta sînor bersivê didin êrîşên dagirker ên dewleta Tirk.

16:31

Heyetek li ser navê Kurd û dostên wan ê li Strasboûrgê li Konseya Ewropayê hevdîtinekê dikin. Girse li benda heyetê ye.

16:26

Bi destpêkirina êrîşa artêşa Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xeta sînor xetên telefonê hate birîn.

Ji Şirnexê heta Rihayê li ser xeta sînor li hemû bajaran xetên telefonan hate birîn. Li bajarên li ser sînor xeta telefonên destan hatiye birîn.

16:24

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê obusan diavêjin gundê Sêgirka ya li rojhilatê Qamişloyê.

16:17

Serokkomarê Tirk li ser hesabê xwe yê fermî diyar kir ku wan êrîşa dagirker dane destpêkirin.

Erdogan diyar kir ku ‘hemû hêzên herêmî’ jî tevlî vê dagirkeriyê bûne.

16:14

'Em bi hemû meclîsên leşkerî re ji bo bergiriyê axa xwe amade ne'

Meclîsa Leşkerî ya Reqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Tirkiye dewleteke dagirker e û hewl dide aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlîhev bike, her wiha hewl dide careke din terorîstan di kesayeta DAÎŞ`ê vejîne.

 

16:12

 

16:10

Li paytexta Belçîka Brukselê Kurdistanî li ber parlamenta Ewropayê li hev kom bûn û ber bi Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ve meşiyan.

 

16:04

Li paytexta Belçîka Brukselê Kurdistanî li ber parlamenta Ewropayê li hev kom bûn û ber bi Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ve meşiyan.

 

15:55

Balafirên şer ên Tirk gundê Mişrefa yê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

Balafiran 3 caran bombe li herêmê barandin.

Tevgera balafiran a li herêmê dewam dike.

 

15.45

TJK-E: Ji bo Rojava ya azad dest bi çalakiyên radîkal bikin
TJK-E'yê li dijî dagirkirina Rojava bang li her kesî kir ku li rûmeta xwe bibin xwedî.