'Em bi hemû meclîsên leşkerî re ji bo bergiriyê axa xwe amade ne'

Meclîsa Leşkerî ya Reqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Tirkiye dewleteke dagirker e û hewl dide aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlîhev bike, her wiha hewl dide careke din terorîstan di kesayeta DAÎŞ`ê vejîne.

Meclîsa Leşkerî ya Reqayê îli ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuayniyek da.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji bo parastina herêmê amade ne.

Daxuyanî ji aliyê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebdo Reqa ve hat xwendin.

Daxuyaniya meclîsê wiha ye:

"Piştî dagirkeriya çeteyên DAÎŞ`ê, xeta parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê ji tevahî cîhanê re diyar bû. Piştî hat diyarkirin ku şoreş ji dewletên herêmî û cîhanî hat û armanca wê pêkanîna berjewendiyên kesayetî ye, diviya ku li hember wan komployan hatiba sekinandin.

Me êrîşî sînorê tu kesî nekiriye. Armanca me tenê parastin bû. Piştî ku êrîşên çeteyên DAÎŞ`ê li ser Kobanê û avakirina QSD`ê bi îradeya gelên herêmê û baweriya ku dan wan, QSD`ê erkên xwe bi temamî pêk anî. Piştî bangên şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Tebqa, Reqa û Dêra Zor pêngav li pey Pêngavê hate destpêkirin. Heta ku QSD`ê ew herêm rizgar kirin û xewên gelan ji a tinekirina DAÎŞ’ê pêk anîn.

Em kiryar û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku koalîsyona navdewletî rê li pêşiya wê vekir û bi hincetên derew ku tevahî cîhan zane xwe ji nuqteyan vekişand, şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze aloziyên xwe yên aborî, civakî û siyasî veguhêze dewletên din, tevî wefadariya QSD`ê û pêkanîna wê ji hemû hevpeymanan re.

Em soz didin gelên herêmê ku QSD li gorî soza parastina destkefiyên gelên herêmê ye. Em bang li civaka navdewletî dikin ku helwestin cidî li beramberî QSD`ê ku li şûna tevahî cîhanê şerê çeteyên DAÎŞ`ê kir, bigire.

Em bang li Pentagonê dikin ku biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji sînor di vê demê de ne rast e. Em hişyariyê ji encamên vê biryarê re didin. Ev biryar xizmeta xewna Tirkiyê ya vejandina serdema Împaratoriya Osmanî, belavkirina fikrên radîkal, vejandina DAÎŞ`ê û belavbûna wê li herêmê dike.

Di dawiyê de em Meclîsa Leşkerî a Reqayê ji şêniyên Reqa û gundewarên wê re diyar dikin ku em ji bo parastina herêmê li dijî êrîşan amade ne. Em ê di yek rêzê de bi tevahî meclisên leşkerî re bisekinin. Em bang li wan dikin ku li pey gotegotên ku têne gotin ku aliyên dijber ên xwesteka wan tenê tevliheviyê di navbera pêkhateyên gel de derxin, neçin."