Parlementoya Ewropayê: Em ê demografiya bi darê zorê fînanse nekin

Serokê Komîsyona Parlementoya Têkel a YE û Tirkiyeyê Dr. Sergey Lagodînsky diyar kir ku ew ê piştgiriyê nedin guherandina demografiya li Sûriyeyê ya ku bi darê zorê hatiye kirin.

Dr. Sergey Lagodînsky bal kişand ser alîkariyên ku YE ji ber penaberên Sûriyeyê dide Tirkiyeyê û got ku “Tirkiye Kurdan û gelên din ji cihê wan dike û hewl dide penaberên ji Sûriyeyê li van dera bi cih bike. Divê em Yekîtiya Ewropayê bi tu awayî vê guherîna demografîk fînanse nekin.”

Dr. Sergey Lagodînsky diyar kir ku vekişandina leşkerên Emerîkayê ji bo herêmê û ji bo Ewropayê rîskên mezin bi xwe re tîne û bal kişand ser vî tiştî ku Yekîtiya Ewropayê ji bo aştiya li Sûriyeyê heta niha nebûye aktorekî bi bandor.

Lagodînsky got ku “Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê ji bo hevkariya di navbera YE û Tirkiyeyê ya dahatûyê kêşeyeke cîddî ye.”