Kurd li Brukselê li ber sefaretxaneya Emerîkayê ne
Li paytexta Belçîka Brukselê Kurdistanî li ber parlamenta Ewropayê li hev kom bûn û ber bi Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ve meşiyan.
Li paytexta Belçîka Brukselê Kurdistanî li ber parlamenta Ewropayê li hev kom bûn û ber bi Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ve meşiyan.
Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komploya 9'ê Cotmehê Kurdistanî li ber Parlamenta Ewropayê li hev kom bûn û mîtîngek pêk anîn.
Bi sedan kesên ji Belçîka, Elmanya, Fransa û Hollandayê tevlî bûn.
Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Na ji êrîşên dijî Rojava re", "Em komploya navneteweyî şermezar dikin" hatin hildan.
Qiskeran dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û ji bo berxwedanê bang kirin.
Ji nûnerên PYD'ê Zozan Rojava li mîtîngê axivî û diyar kir, ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan tine bike û armanca êrîşê jî bi vî rengî ye.
Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç jî êrîşên dagirkeriyê şermezar kir û bang li Kurdên li Ewropayê kir ku li biryara seferberiyê bibin xwedî û dengê xwe li her deverê bilind bikin.
Girseya gel piştî mîtîngê ber bi Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ve meşiya.
Piştî meşê li ber sefaretxaneya bilind çalakiya rûniştinê kirin.
Çalakiya rûniştinê didome.