Kurdistaniyên li Ewropa ji bo Rojava daketin qadan

Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava li gelek bajarê Ewropayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan.

Bi hezaran Kurdistaniyên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin ba hev bi meşekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava protestokirin. Wolfgang Seîbert a li ser navê cimaeta Yahûdiyan tevlî çalakiyê bû diyar kir ku qirkirina li ser Yahûdiyan hate kirin îro li dijî Kurdan tê kirin. Her wiha Parlementera Partiya Çep Cansû Ozdemîr, Martîn Dolzer, aktivîst Anja Flaceh jî axivîn û li dijî êrîşan banga hestyariyê li her kesê kir.

ÛLM: Li ser banga Platforma Ûlm a li Dijî Şer li bajarê Ûlm a Elmanhyayê bi tevlîbûna ATÎF, AGÎF, ADHF, NCKD, SYKP, MLPD, Kolektîf 26 û aktivîstên mîna saziyên Rebellê tevlî çalakiyê bûn.

BÎELEFEL: Bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Aktivîstên Elman û şoreşgerên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiyê.

GÎESSEN: Bi tevlîbûna Komeleya Suriyaniyên Ewropa, Dîe Lînke û gelek komên din li bjarê Gîessen ê Elmanyê êrîşên dagirker hate protestokirin.

SAARBRUCKEN: Kurdistaniyên li Saarbruckenê dijîn bi meşekê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin.

KOLN: Li bajarê Koln ê Elmanyayê Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanyayê (AGÎF) bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Saziyên mîna MLPD, Rebell, Tevgera Jinên Zoraa, Komunîst ji Nû ve Avakirin, Jinên Komunîst û Ciwanên Komunîst tevlî çalakiyê bûn. Her wiha belavokên li ser êrîşên dewleta Tirk hatin belavkirin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wan li qada Brandenbûrger Tor a sefîrên DYE, Fransa û Rûsya lê ne kom bûn, êrîşên dewleta Tirk protestokirin. Di saetên şevê de ciwanên Kurd û Elman ên enternasyonalîst li Orenîen Platzê heta metroya Kotbûsser Torê meşiyan.

OLDENBÛRG: Bi sedan Kurdistaniyên li pêşiya Haûptbahnhof a Oldenbûrg a Elmanyayê hatin ba hev êrîşên li ser Rojava protestokirin.

PARÎS: Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parîsê li pêşiya Qesra Elysee hatin ba hev êrîşa dagirker a Tirk protesto kirin. Hevserokatiya CDK-F’ê bang li hemû Kurdistaniyên li Parîsê kir ku dakevin qadan û girse ber bi Parlementoya Fransayê ve dest bi meşê kir.

LYON: Ciwanên Kurd û komên anarşîst ên Fransî ku li Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê kom bûn bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava protestokirin.

MARSÎLYA: Kurdistaniyên li Marsîlyayê hatin ba hev li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê û Walîtiya Marsîlyayê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Rojava wê ji bo faşîzmê bibe goristan’ hate qîrkirin. Di saetên direng ên şevê de jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Marsîlyayê jî li Gara Marsîlayayê çalakî kirin.

BORDEAÛX: Bi sedan kesên li Bordeaûxê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk bi hildana alên YPG/YPJ’ê û qîrkirina dirûşman a bi meşekê protestokirin.

TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûse ya Başûrê Fransayê jî komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava hate protestokirin.Welatsiyên Fransî jî piştgirî dan çalakiyê.

OSLO: Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Norweç Osloyê jî êrîşên li ser Rojava bi çalakiyekê protestokirin. Di çalakiyê de andam Aso axivî û diyar kir ku destkeftiyên Kurdan di bin metirsiyên cidî de ye, divê her kes dakevin qadan.

BERN: Êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bern ê Swîsreyê jî hate protestokirin. Li gel Swîsreyiyan, derdorên Tirkiyeyî û demokratên çep-sosyal jî piştgirî dan çalakiyê. Li Waîsenhaûsplatzê mîtîngek hatekirin. Di mîtînê de li ser navê KCDK-E, PYD, MLKP, SYKP û saziyên çep-sosyalîst ên Swîsreyê axaftin hatin kirin.

BASEL:Kurdistaniyên di saetên şevê de herikîn pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Dreîrosenbruckeyê bi meş û mîtîngekê êrîşên dagirkeriyê protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de banga berxwedanê hate kirin.

LOZAN: Yek ji bajarên din a êrîşên dagirker lê hate protestokirin bajarê Lozan ê Swîsre ye. Solîderîdeyên Swîsreyî, POP, Partiya Sosyalîst, nûnerên Partiya Keskan tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinên hatin kirin de di serî de bang li dewleta Swîsre û hemû dewletên Ewropa hate kirin ku li dijî êrîşan cih li gel gelê Kurd bigirin.

LÛZERN: Bi meşekê ya ji pêşiya Navenda Civaka Kurd a li Kûzern heta pêşiya Parlementoya Kantonê êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.Li pêşiya Parlementoyê belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

LÛGANO: Li bajarê Lûganoyê jî bi meşekê êrîşa li ser Rojava hate protestokirin û di axaftinên hatin kirin de ev hate gotin: “Heta dewleta Tirk a dagirker û qirker ji Rojava derbikevin em ê li qadan bin û dagirkeriyê hetşîr bikin.”