Fînlandîya biryar da ku êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê

Fînlandîya ya ku sê hefte berê destûr dabû ku balefirên bêmirov bifiroşe Tirkiyeyê, piştî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê diyar kir ku êdî ew ê çekan nefiroşe Tirkiyeyê.

Wezîrê Parastinê yê Fînlandîyayê Anttî Kaîkkonen li ser twîtterê got ku “Rewş giran e. Derbarê qada di bin berpirsyariya min de ez dikarim bibêjim ku Fînlandîya wê alav û amûrên parastinê nefiroşe welatên şer lê hene û mafên mirovan lê tên binpêkirin.”

Li gorî Wezareta Parastinê heta niha tu lîsansa firotina çekan nedane Tirkiyeyê.

Hikumetê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo vê meseleyê û got ku “Fînlandîya êrîşên dewleta Tirk a li dijî Sûriyeyê şermezar dike û dixwaze ev êrîş werin sekinandin.”