ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Mezlûm Ebdî li Dêrazorê efûya giştî ragihand
Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mezlûm Ebdî li tevahî herêmên Dêrazorê efûya giştî ragihand û bang li her kesî kir ku li dijî êrîşan rabin. -
Meclisa Leşkerî ya Tebqayê êrîşên çeteyan têk bir
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Meskenê têk bir. -
Li Şedadê 4 şervan şehîd bûn, li Minbicê jî 2 sivîl birîndar bûn
Çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya gundê Xiwêbra ya li ser sînorê El Deşîşa êrîşî wesayîteke Hêzên Xweparastinê kirin û 4 şervanên Hêzên Xweparastinê şehîd bûn. Li Minbicê jî di encama êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn -
8 malbatên din jî gihiştin Til Birakê
Meclisa bajarê Til Birakê pêşwaziya malbatên din ên ku ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê koçber bûne, kir. Meclisê pêdiviyên sereke yên koçberan ji wan re peyda kirin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê şehîd bûye, eşkere kir. -
Rêveberiya Xweser ji bo Minbicê banga yekîtiyê kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê banga yekîtiyê kir. -
Koçberiya ji herêmên dagirkirî dewam dike
Koçberiya ji herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin dewam dike. -
Li Minbicê wesayîteke cebilxane ya çeteyan hat îmhakirin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wesayîteke cebilxane ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên tê de îmha kir. -
QSD: Hêzên me li dijî dagirkeran berxwedaneke mezin raber dikin
QSD’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Babê berxwedaneke mezin raber dikin. -
Li Hesekê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîd Dijwar Efrîn, Ebdulrehman Murşîd û Ebdulezîz Îbrahîm hatin veşartin. -
Êrîşên li ser Minbicê hatin têkbirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajêr hatin têkbirin. -
Koçberên Efrînê ji bo berxwedanê bi israr in
Zeynel Nazmî û Leyla Mihemed ên Efrînî, diyar kirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mane koç bikin û destnîşan kirin ku ew ji bo berxwedanê bi israr in. -
Salih Muslim: Ne dijminahî, em çareseriyê dixwazin
Endamê Konseya Serokatiya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku Kurd parçeyeke Sûriyeyê ne û çareseriyê dixwazin û got, “Em li hemberî tu kesî dijminatiyê nakin. Tişta ku Tirkiye jî divê bike, bi tevgera bi aqilane ye.” -
Rewşa dawî ya li eniya Minbicê
Komên çeteyên bi navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê ya girêdayî dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li ser Minbicê didomînin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelê herêmê ji êrîşên çeteyan diparêzin. ANF’ê dîmenên rewşa dawî ya li eniyê weşand. -
Hewldana ji bo ketina Minbicê hate şikandin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ji bo ketina gundê Til Eswed hate şikandin. -
Li Şehbayê têkoşîneke mezin a jiyanê hate dayîn
Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo anî ziman ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve gelê ku koçberî Şehbayê bû, 7 salan têkoşîneke mezin da û got, “Yekane armanca me ya xwe ragirtina li hemberî van şertên zehmet, vegere li Efrînê ye. -
Fermandar El Xeşam bang li gelê Dêrazorê kir
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys El Xeşam bang li gelê Dêrazorê kir û wiha got, “Em gelê vê herêmê ne û em ji bo parastina zarok û herêmê hatin. Em ê li hemberî her xeteriyên li ser gelê xwe bibin mertaleke xurt.” -
Cenazeyê şehîd Kawo Hebşo li Kobanê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Kawo Hebşo li Kobanê bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîmê de şehîdên Helebê Mehmûd Ebdo, Ferhad Ebdo û Bekrî Ebdo hatin bibîranîn. -
Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Taxên xwe neterikînin
Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku hin aliyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi îdiayên ne rast hewl didin taxê ji niştecihên wan vala bikin û bêyî garantiya navneteweyî berê wan bidin Efrîn. -
Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê: Ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê diyar kir ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê li bejahiya Dêrazorê dîsa bi cih bûne û ragihand ku ew derbasî navenda bajarê Dêrezorê û rojavayê Firatê bûne. -
Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Diyar Tebqa (Îbrahîm El Elî) bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
‘Divê her kes ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferber bibe’
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li tevahî gelên azadîxwaz kir ku xwedî li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbikevin û li dijî êrîşên çeteyan, alîkarî bidin wan. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrîşa DAÎŞ'ê de endamekî me şehîd bû
Hate ragihandin ku di êrîşa şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de ya li qadeke navbera bajarokên Şedadê û Merkedayê yên kantona Cizîrê, endamekî wan şehîd bûye û 2 jî birîndar bûne. -
Civîna çapemeniyê ya QSD'ê: Em amade ne gelê xwe biparêzin
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî got, "Eger êrîşek li ser xaka me bê kirin, em ê gelê xwe biparêzin." -
Li Reqayê 40 çete hatin girtin
Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 24 saetan de, ji hucreyên razayî yên dewleta Tirk a dagirker û DAÎŞ’ê 40 çete bi çek û muhîmatên wan re girtine.