Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrîşa DAÎŞ'ê de endamekî me şehîd bû
Hate ragihandin ku di êrîşa şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de ya li qadeke navbera bajarokên Şedadê û Merkedayê yên kantona Cizîrê, endamekî wan şehîd bûye û 2 jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku di êrîşa şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de ya li qadeke navbera bajarokên Şedadê û Merkedayê yên kantona Cizîrê, endamekî wan şehîd bûye û 2 jî birîndar bûne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku piştî êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Sûriyeyê ku bûne sedema telihevî, wêranî û koçberiyê û çeteyên DAÎŞ'ê ji vê rewşê sûdê wergirtin, pê re jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera xwe zêde kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên DAIŞ`ê, îro li herêma navbera di bajarokên Şedadê û Merkedayê de, êrişek li dijî dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk anî, di encamê de endamekî wan şehîd bû 2 jî birîndar bûn.
Di berdewama daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd û şîfa ji birîndaran re xwest.
Hêzên Elekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û piştgiriya têkoşîna wan a li dijî terora bike.”