Li Minbicê wesayîteke cebilxane ya çeteyan hat îmhakirin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wesayîteke cebilxane ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên tê de îmha kir.
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wesayîteke cebilxane ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên tê de îmha kir.
Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parve kirine, wesayîteke çeteyan ku tije cebilxane bû, dema ber bi gundê Ceblet El-Hemar ê li başûrê Minbicê ve diçû, hat teqandin.
Di wesayîta ku ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye îmhakirin de, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidest xistin.