Êrîşên li ser Minbicê hatin têkbirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajêr hatin têkbirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya hat gotin ku artêşa Tirk a dagirker bi xwe jî li gel balafirên bê mirov û biçek êrîş dike û ev agahî hatin parvekirin:

“Ji şevê din (6 Kanûn 2024) heya niha li seranserê herêmê balafirên bêmirov ên Tirkan digerin.

Îro (7 Kanûn 2024) serê sibehê seat di 05:15’an de dagirkeriya Tirk gundên On Dadat û Diric ên li xeta bakurê Minbicê topbaran kirin. Her wiha li xeta bakur-rojavayê Minbicê gundên Um Cilûd û Seyadê topbaran kirin.

Komek çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hemwext êrîşî gundê Um Edas kir. Ev êrîşa çeteyan hate şikandin.

Seat di 07:00’an de jî çeteyan êrîşî gundê On Dadat ê li nêzî Deriyê Sînor Sacûr kir. Piştî bersivdayîna hêzên me pevçûn qewimî û çete neçar man paşve biçin.

Li xeta Dêr Hafir ya li ser riya Tebqa-Heleb û li eniyên Minbicê leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi xwe êrîş dikin. Herî kêm 20 caran bi balafirên bêmirov ên bi çek ev herdû enî hatin bombebarankirin. Ango dewleta Tirk a dagirker bi xwe bi balafirên bêmirov êrîş dike. Di aliyê bejahî de jî çeteyên xwe dixe tevgerê. Ji şevê din heya vê sibehê pevçûnên dijwar hebûn.

Hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê meclîsên leşkerî yên Minbic û Tebqayê ve hatin şikandin.”