8 malbatên din jî gihiştin Til Birakê
Meclisa bajarê Til Birakê pêşwaziya malbatên din ên ku ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê koçber bûne, kir. Meclisê pêdiviyên sereke yên koçberan ji wan re peyda kirin.
Meclisa bajarê Til Birakê pêşwaziya malbatên din ên ku ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê koçber bûne, kir. Meclisê pêdiviyên sereke yên koçberan ji wan re peyda kirin.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê, hin koçberên din gihaştin bajarê Til Birakê.
Meclisa bajarê Til Birakê pêşwaziya 8 malbatên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, kir. Malbat li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi awayekî demkî hatin bicihkirin.
Şêniyên bajêr jî pêdiviyên sereke yên koçberan nexasim xwarin, sobe û cil û berg ji wan re peyda kirin.
Hemwextî wê, şêniyên Til Birakê di komkirina alîkariyan de dewam dikin. Ev alîkarî jî dê li koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê werin belavkirin.