ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Eyn Îsayê di êrîşê de 15 leşkerên rejîmê jî mirin
Di bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de ya li rojavayê Eyn Îsayê 15 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan. -
Dewleta Tirk bombe li gundên başûrê Kobanê barand
Çeteyên dewleta Tirk bombe li gundên başûrê Kobanê barandin. -
TEV-DEM'ê banga hevgirtin û berxwedanê kir
TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê û li dijî êrişan banga hevgirtin û berxwedanê li gelan kir. -
Dewleta Tirk êrîş bir ser sivîlan: Şehîd û birîndar hene
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Zirganê sivîlek şehîd bû, gelek sivîl jî birîndar bûn. -
Li Minbicê şerekî giran diqewime
Li Minbicê şerê giran dewam dike. Di şer de gelek çete hatin kuştin, 14 jî dîl hatin girtin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê komkujî kir
Di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de ku doh bi şev li gundê El Mustareha yê Eyn Îsayê hate kirin, piraniya wan jin û zarok 12 sivîl hatin qetilkirin. -
Navê hêviyên xwe, li zarokê xwe yê nû kirin: Kobanê
Yek ji malbatên koçberên Efrîn-Şehbayê ku li Kobanê bi cih bûne, qala zilma ku dewleta Tirk a dagirker bi serê wan aniye, kirin. Ji malbatê Mihemed Emîn diyar kir ku weke sembola hêviyên xwe, navê zarokê xwe yê nû kirin Kobanê. -
'Em bi biryar in ku berxwedan û têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bikin'
Hêvîn Cemîl Dawûd ku ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar ma ji Efrînê koçî Şehbayê bike, bi êrîşên 29'ê Mijdarê re neçar ma koçî Qamişloyê bike. Niha jî bi biryar e ku têkoşîna azadiyê dewam bike. -
Aldar Xelîl: Destwerdana dewleta Tirk krîza Sûriyeyê hîn giran dike
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi ketina rejîma Esad re divê li Sûriyeyê demeke nû destpê bike û got, destwerdana Tirkiyeyê krîzê girantir dike. -
Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em ê dijmin poşman bikin ku êrîşî herêmên me kirine
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku di çarçoveya bersivdana êrîşan de, hêzên wan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî qonaxa duyemîn bûne. -
Rêveberiya Xweser li dijî manîpulasyonan hişyarî da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hin alî hewl didin rastiya li herêmê berovajî bikin, bi taybet jî bûyerên li Minbicê. -
Ferhat Şamî: Minbic wê ji çeteyan re bibe goristan
Berpirsê Ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî têkildarî êrîşên li ser Minbicê daxuyanî da û got, "Minbic ne bajarekî ku çete bi hêsanî bi dest bixin, wê ji çeteyan re bibe goristan.” -
Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar: Gelek çete hatin kuştin
Li navenda bajarê Minbicê û gundewarên wê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Babê de pevçûnên dijwar diqewimin. -
Êrîşên hewayî yên li ser herêmên başûrê Sûriyeyê
Hat ragihandin ku li başûrê Sûriyeyê gelek cebilxaneyên neft û leşkerî bûne hedefa êrîşên hewayî. Tê texmînkirin ku li pişt êrîşan Îsraîl heye. -
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk dîsa Pîra Qereqozaqê bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker careke din derdora pira Qereqozaqê ya di navbera kantonên Firat û Minbicê de bombebaran kir. -
Çeteyan 15 kesên ku hewl didan ji Şehbayê biçin Tebqayê revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 15 Efriniyên ku hewl didan ji Şehbayê derkevin û ber bi kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biçin, revandin. -
Li seranserê Rojava qedexeya derketina derve hat ragihandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de ji saet 20.00’an heta 08.00’ê serê sibehê qedexeya derketina derve ragihand. -
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk Pira Qereqozaqê bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker derdora pira Qereqozaqê yê di navbera kantonên Firat û Minbicê de bombebaran kir. -
Li Şedadê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên Serdar (Hisên Hemed El Elî), Ehmed Elî El Ubeyd û Ebdulqadir Sultan ên ku 6ˈê Kanûnê li Dêrazorê, Mergeda û bajarê Hesekê de şehîd bibûn, li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê hatin veşaartin. -
Meclisên Leşkerî yên Minbicê: Bi dehan çete hatin kuştin
Şervanên Meclisên Leşkerî yên Minbicê ragihand ku bersiv dane êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî û bi dehan çete kuştin û birîndar kirin. -
Geşedanên dawî yên li Sûriyeyê
Piştî ku Serok Beşar Esad ji Sûriyê derket, li Sûriyê geşedanên bilez diqewimin. Di dema ku hêzên girêdayî HTŞ’ê yên li welêt ber bi herêma Laziqiyê ve diçin, li qada navneteweyî daxuyanî li pey hev tên dayîn. -
Aldar Xelîl: Divê em sekneke dîrokî nîşan bidin!
Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi taybet Minbic êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser dike got, “Di rojên wiha dîrokî de lazim e sekneke dîrokî bê nîşandan. Divê em berxwedana xwe mezin bikin." -
Balafirên şer ên Tirk Minbicê bombeberan kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker avahiya Rêveberiya Xweser a li navenda bajarê Minbicê bombebaran kir. -
Şervanên Tabûra Şehîd Serkan li çeperên berxwedanê ne
Şervanên Tabûra Şehîd Serkan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarên sînor ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Minbicê ragihandin ku ji bo parastina şoreşê ew di eniyên berxwedanê de ne. -
Ji bo koçberan li Holê konê alîkariyê hate danîn
Ji bo mirovên ku ji ber êrîşan neçar man ji kantona Efrîn-Şehbayê koç bikin li Holê konê alîkariyê hate danîn.