Meclisa Leşkerî ya Tebqayê êrîşên çeteyan têk bir
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Meskenê têk bir.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Meskenê têk bir.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyan ve li xeta Ebû Henaya yê herêma Meskenê ya Helebê êrîşên giran lli dijî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê ku li herêmê di pozîsyona parastinê de bûn, dan destpê kirin.
Piştî ku hêzên Meclisa Leşkerî bersiva êrîşên çeteyan dan, pevçûnên dijwar qewimîn. Piştî pevçûnên ku nêzî 2 saetan dewam kir, êrîş hatin têkbirin û çete paşde çûn.
Pevçûn cih bi cih dewam dikin.