Çeteyên DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê dide wan li ser rêya gundê Xiwêbra ya li ser sînorê El Deşîşa ya Şedadê, êrîşî wesayîteke Hêzên Erka Xweparastinê kirin. Di êrîşê de 4 şervanên Hêzên Xweparastinê yên di wesayîtê de bûn şehîd bûn.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bejahiya Şedadê bi ser şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên ku êrîş li dar xistibûn de girtin û çeteyên êrîşkar binçav kirin.
Êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kantona Minbicê dewam dikin. Di encama bombebarana dewleta dagirker û çeteyên wê li ser gundê Ceblet El Hemra de kesên bi navê Fetome El Mihemed (23) û Berekat Ebid El Selam (48) birîndar bûn.