Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Diyar Tebqa (Îbrahîm El Elî) bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZEYÊ ŞEHÎD

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Diyar Tebqa (Îbrahîm El Elî) ku 3ˈyê Mijdarê li kantona Efrîn-Şehbayê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, tevî nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn ku li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Sayil sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd Îbrahîm ji bo welatekî azad berdêla giran da, lewre hêjayî teqdîr û pîrozkirinê ye. Şehîd di bîr û dilên me de zindî ne."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Tebqayê Ehmed El Umer jî banga hevgirtina bi QSDˈê re kir û got: "Bê guman gelê me di pêvajoyeke dîrokî ya têkoşîn, berxwedan û şoreşê de ye. Parastina destkeftiyan bi fedakarî û yekitiya bi QSDˈê re tên mîsogerkirin û parastin. Şehîdan ji bo azadî û jiyaneke aştiyane berdêlên giran dan."

Di dewama merasîmê de serokê Meclîsa Olî ya Kantona Tebqayê Ebdulmutelib El Betran jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd di rêya parastina gel de canê xwe feda kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Diyar Tebqa hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spart axê.