Rêveberiya Xweser ji bo Minbicê banga yekîtiyê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê banga yekîtiyê kir.

RÊVEBERIYA XWESER

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê têkildarî êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantonê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, meclisên olî û meclisên sivîl û rûspiyên eşîran, li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji aliyê rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Rojhilat a Minbicê Husam El Şewax ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

“Di demekê de ku em ji bo ewlehiya gelê xwe kar dikin, herêm ji ber rûdan û geşedanên li qada cîhanê, herêma Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê ber bi çarenûseke nezelal ve diçe.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê ji gelê me yê li Minbicê û tevahî niştecihên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî pêkhate û beşên wê re dibêjin, em ne şerxwaz in, lê em aştî û avakirinê dixwazin. Armanc ji van rewşan re ku welatê me tê re derbas dibe, jiholêrakirina meşa avakirin, pêşketin û rizgarkirinê ye, di heman demê de ji bo xirabkirina têkiliyên xwişk û biratiyê yên di navbera me de ye.

Em amade ne li hemberî êrîşan bisekinin. Bi qehremaniya hêzên xwe yên leşkerî yên ku ji bo parastina gel û xaka me bûne mertal, bi hevgirtina gelê me û piştevaniya wî ya bi hêzên xwe yên leşkerî re ya di çarçoveya xeta şer ê şoreşgerî, bi guhnedana li şerê taybet, em dikarin bersiva êrişan bidin.

Em bang li dewletên aktîf ên li herêmê û desteyên mafên mirovan dikin ku bi me re bisekinin, êrişan şermezar bikin, sivîl, zarok, pîr û jin, milkên gel biparêzin. Di meşa avakirin û belavkirina azadî û demokasiyê de piştgiriyê bidin me."