QSD: Hêzên me li dijî dagirkeran berxwedaneke mezin raber dikin
QSD’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Babê berxwedaneke mezin raber dikin.
QSD’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Babê berxwedaneke mezin raber dikin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina QSD’ê de, ev tişt hatin gotin:
“Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Babê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ev 2 rojin li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Minbicê bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû dimînin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji du rojên borî û heta niha bi balafirên bê mirov û topên giran êrişên xwe yên tund li ser gundên Til Eswed, Ceb Mexzûm, El-Hûta, Cebelt El-Hemra, Til Turin didomînin. Ev êrîş ji aliyê odeyeke hevbeş a efserên artêşa dagirker û çeteyên wê ve tên birêvebirin.
Li hemberî êrîşên berfireh û berdewam ên heta vê kêliyê, hêzên me bi meclîsên xwe yên leşkerî berxwedaneke mezin nîşan didin. Li hemberî hemû êrîşan rawestiyane û êrîş têk birine; bi dehan çete hatine kuştin û birîndar bûne.
Ev êrîşên ku armanca wan dagirkirina herêmê û têkbirina aramiya wê ye, di çarçoveya planeke nû ya dagirkeriyê de ye ku Tirkiye hewl dide di nava xaka Sûriyê de pêk bîne.
Hêzên me careke din bibîr dixîne ku dê mafê xwe yê parastina gelê herêmê û bersivdayîna hemû êrîşan bikar bîne.”