ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çete otobusên ku ji bo derxistina sivîlan hatine şandin, asteng dikin
Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo derxistina sivîlan 50 otubus ji Şêrawa û Şehba re hatin şandin. Lê belê, ev otobus ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin. -
SOHR: HTŞ 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hate qewirandin
SOHR’ê têkildarî pêvçûnên zêde yên li Sûriyeyê daxuyaniyek da û li gorî daxuyaniyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hatiye qewirandin. -
'Di êrîşa çeteyên dewleta Tirk de Hesen El Samir şehîd bû'
Partiya Meclîsa Ciwanan a Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevberdevkê Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Muhammed Hesen El Samir di êrîşa çeteyên DAÎŞ-Tirkiyeyê de şehîd bû. -
Zarokekî Efrînî di rêya koçberiyê de qefilî û jiyana xwe ji dest da
Zarokekî 4 salî yê malbateke Efrînî ku ji ber êrîşên dagirkeriyê koçber bû, di rêya koçberiyê de ji ber sermayê qefilî û jiyana xwe ji dest da. -
Efrîniyên ku cara duyemîn koçber bûn: Em ê ti carî teslîmî dewleta Tirk nebin
Xelkê Efrînê yê ji Şehbayê gihîşt Reqayê, ji ber êrîşên dewlet û çeteyên dewleta Tirk neçar ma careke din koç bike. Efrîniyan gotin, ew bi hêvî ne û wê ti carî teslîmî dewleta Tirk nebin. -
Çeteyên dewleta Tirk gundê Xirab Eto topbaran kirin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gundê Xirab Eto yê Kobanê topbaran kirin. -
Êrîşên dagirkeriyê: Gund tên bombebarankirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Gelek gund tên bombekirin. -
Merasîma veşartina cenazeyê şehîd Dilovan
Cenazeyê şervanê Komandos, şehîd Dilovan Şêran li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hate veşartin. -
Cenazeyê şehîd Ezîz Selahedîn li Qamişloyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ezîz Selahedîn ê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, hate veşartin. -
TEV-ÇAND: Em ji bo parastina welatê xwe berpirsyar in
TEV-ÇAND a kantona Firatê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Em ê pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî bikin. Me çawa bi pênus û hunera xwe xizmet ji civaka xwe re kir, emê îro bi hemû hêz û rêbaza xwe li ber xwe bidin.” -
Ji Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Şoreşger ê Kantona Firatê banga seferberiyê
Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Xwendekarên Welatparêz ên Tevgera Ciwanên Şoreşger banga seferberiyê kirin. -
Li Tebqa û Reqayê seferberiya piştevaniyê
Li kantonên Reqa û Tebqayê ji bo vehewandina malbatên koçberbûyî û peydakirina pêwîstiyên bingehîn gel bi dilxwazî dest bi seferberiya piştevaniyê kir. -
‘Sûcên dewleta Tirk ragihînin raya giştî ya cîhanê’
YRA û YRJ’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê sûriyeyê daxuyanî da. Bang hate kirin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê, ji hemû raya giştî ya cîhanê re were ragihandin. -
TEV-DEM: Dewleta Tirk plana qirkirinê dike
TEV-DEM'ê li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek weşand û ragihand ku dixwaze gelên herêmê qirk bike. Di daxuyaniyê de ji bo xwedîderketina li koçberan bang hate kirin. -
‘Wê tola nêzîkatiya li hemberî dîlgirtiyan bê hilanîn’
Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li hemberî dîlgirtiyan, daxuyanî da û destnîşan kir ku dewleta Tirk berpirsyar e û wê tol bê hilanîn. -
Ji xeta Heleb û Efrîn-Şehbayê bi sedan koçber hatin Reqayê
Piştî êrîşên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji xeta Heleb û Efrîn-Şehbayê bi sedan koçber hatin navendên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine amadekirin. -
Êrişa çeteyan a li ser Minbicê hate şikandin: 10 çete hatin kuştin
Êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser Minbicê hate şikandin. Di encamê de 10 çete hatin kuştin. -
Li Helebê çeteyan bav û kur qetil kir
Li Helebê çeteyan êrîşî malbatek Kurd kir û Cemal Mursîl û kurê wî Hesen ê 24 salî qetil kirin. -
Dewleta Tirk 20 koçberên Efrînê revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 20 kesên ji Şehbayê vegeriyan Efrînê revandin. -
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrîşê têk bir
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a bicihkirina çekên giran li pêşiya barageha ya li gundê El Kreidiyê têk bir. -
MSD: Bila biryara bi hejmar 2254’an a NY’ê bê pêkanîn
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) destnîşan kir ku ew ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê amade ne ku bi hemû aliyan re diyalogê bikin û banga pêkanîna biryara bi hejmar 2254’an a NY’ê kir. -
Koma yekem a Şehbayê gihîştin Tebqayê
Piştî daxuyaniya Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê, koma yekem a koçberên ku li Şehbayê hatibûn dorpêçkirin û piştî hewldanan derketibûn rê, gihîştin Kantona Tebqayê. -
Meclisa Gelan a Demokratîk bi awayekî awarte kom bû û biryaran girt
Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser geşedanên dawî bi awayekî awarte kom bû û biryaran girt. -
Li Rojava gel li dijî êrîşan daketin qadan
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê daketin qadan û peyama mezinkirina berxwedanê dan. -
Şehîdê QSD’ê li Reqayê hate oxirkirin
Şervanê QSD’ê Nasir Raşid El Felah di 30’yê Mijdarê de li Helebê şehîd bû, Felah li goristana gundê xwe Hikumiyê hate oxirkirin.