BI DÎMEN

Navê hêviyên xwe, li zarokê xwe yê nû kirin: Kobanê

Yek ji malbatên koçberên Efrîn-Şehbayê ku li Kobanê bi cih bûne, qala zilma ku dewleta Tirk a dagirker bi serê wan aniye, kirin. Ji malbatê Mihemed Emîn diyar kir ku weke sembola hêviyên xwe, navê zarokê xwe yê nû kirin Kobanê.

Yek ji malbatên koçber ên ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker, ji warên xwe yên pêşiyan koç bûn, dema derketina xwe ya ji Şehbayê ji ANF’ê re vegotin.

Emîn Mustefa yê ji navçeya Şiyê ya Efrînê û niha jî li Kobanê bi cih bûye, wiha qala çîroka xwe ya hatina Kobanê kir: "Dewleta Tirk bi hovane û bi top û tifingên xwe êrîşî me kir, me 7 salan jî li Şehba jiyan kir û li wir debara jiyana xwe kir. Dewleta Tirk car din jî êrîşî me kir û bi rengekî hov em ji warê me derxistin. Em du rojan li ser riyan man û zehmetiyên mezin, me kêşandin. Di nava sermeya ku canê mirov diqerisîne de, jin û zarok pêxwas meşiyan. Çeteyan li ser rê jî dora me girtin û gule li me reşandin, bi vî rengî em reviyan û em gihiştin Tebqa.”

Emîn Mustefa destnîşan kir ku ji Tebqayê wan berê xwe da Kobanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema ku em ji Şehbayê hatin me berê xwe da bajarê Kobanê. Gelê me bi hezkirineke mezin em hembêz kirin. Kobanê ji bo me sembola hêviyê ye, lewma me navê zarokê xwe yê nû jî kir Kobanê."