Li Minbicê şerekî giran diqewime
Li Minbicê şerê giran dewam dike. Di şer de gelek çete hatin kuştin, 14 jî dîl hatin girtin.
Li Minbicê şerê giran dewam dike. Di şer de gelek çete hatin kuştin, 14 jî dîl hatin girtin.
Di navbera şrevanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk de ji doh bi şev û vir ve li navenda bajarê Minbicê şerekî giran diqewime.
BMB û wesayiteke çeteyan ku li Minbicê ketin kemîna şervanan, li gel çeteyên tê de hatin îmhakirin.
Her wiha li Dêr Hafirê jî 2 wesayitên çeteyan hatin îmhakirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 14 çeteyên dewleta Tirk dîl girtin.
Di serî de navenda bajêr gundên li derdorê û qadên Qereqozaq û Sirînê bi dehan caran ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin bombekirin.
Şerê li Minbicê bi giranî dewam dike.