Li Eyn Îsayê di êrîşê de 15 leşkerên rejîmê jî mirin

Di bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de ya li rojavayê Eyn Îsayê 15 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan.

Leşkerên rejîmê piştî ku ji bejahiya rojavayê bajarê Eyn Îsa yê Kantona Firatê xwe vekişandin, bûn hedefa êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) ya dewleta Tirk.

Di şeva 8'ê Kanûna 2024'an de li gundê El Mustareha yê li rojavayê Eyn Îsayê di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de ji 60 leşkerên rejîmê 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara giştî ya qurbaniyên êrîşa li gund diyar nebû. Di êrîşê de gelek kes jî birîndar bûn.