Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê komkujî kir
Di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de ku doh bi şev li gundê El Mustareha yê Eyn Îsayê hate kirin, piraniya wan jin û zarok 12 sivîl hatin qetilkirin.
Di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de ku doh bi şev li gundê El Mustareha yê Eyn Îsayê hate kirin, piraniya wan jin û zarok 12 sivîl hatin qetilkirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, dewleta Tirk a dagirker doh bi şev saet di 23:00 de li gundê El Mustareha yê li rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) êriş kir.
Hate ragihandin ku cihê hatiye bombebaran kirin malên welatiyan e û di encamê de 12 kesên ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin jî hene, hatine qetilkirin.
Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine qetilkirin wiha ne:
Îbrahîm El Îdo, Ruqeya Mihemed, Kewser El Îdo, Loma El Îdo, Ebdulqadir El Îdo, Mihemed Mistefa El Îdo, Tirkiye El Îdo, Fewziya El Îdo, Neda Mistefa El Îdo, Fitêm Hebeş El Îdo, Îsmaîl Mehmûd El Îdo, Zemenzem Mistefa El Îdo.