Balafireke bêmirov a dewleta Tirk dîsa Pîra Qereqozaqê bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker careke din derdora pira Qereqozaqê ya di navbera kantonên Firat û Minbicê de bombebaran kir.
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker careke din derdora pira Qereqozaqê ya di navbera kantonên Firat û Minbicê de bombebaran kir.
Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker 3 car in pira Qereqozaqê ya di navbera çemê Firatê de ku kantonên Firatê û Minbicê digihîne hev hedef digire.
Der barê hûrgiliyên bombebaranê de tu agahiyên zelal bi dest neketine.
Beriya niha, saet 6ˋê êvarê jî balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 2 caran pir hedef girt.
Li aliyekî din jî şervanên Meclisa Leşkerî yên Minbic û Babê li bajarê Minbic û gundewarên wê bersiva çeteyên dewleta Tirk a dagirker didin. Şervanan bi dehan çete kuştin û birîndar kirin.